23:11 18 Tebax 2017
Zindî
    Nikolay Patroshev

    DYA hewl dide Rûsyayê tune bike

    © Sputnik/ Saed Tsarneev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Rûsya amede ye li ser esasê yekrêzî û berbiçavkirina berjewendîyan di avakirina mîmarîya ewlekarîya navneteweyî de tev li xebatên hevbeş bibe

    Berî hevdîtina navneteweyî ya li Ûlan-Ûde`yê ya pisporên ewlekarîyê, sekreterê Civata Ewlekarîyê ya NY Nîkolay Patrûşev hevpeyvînek da rojnameya `Kommersant`ê. Di hevpeyvînê de Patrûşev sîyaseta hevdem a Rojava nirxand û behsa tehdîdên aktûel ên li ser Rûsya û Cîhanê kir.

    Nîkolay Patrûşev destnîşan kir, ku yek ji tehdîdên sereke yên li ser Rûsya û Cîhanê terorîzma navneteweyî ye. DYA di wê pirsê de bang li civaka navneteweyî dike, ku piştgirîyê bidine tekoşîna li dijî rêxistina terorîst `Dewleta Îslamî`. Li gor nêrîna Patrûşev, di rastîyê de armancên Waşîngtonê cuda ne.

    Patrûşev got: ``Koalîsyona li dijî terorîzmê hatî sazkirin, di rastîyê de wek hêza destêwerdanîyê ya di nav karên welatên serwer tê bikaranîn. Em wê senaryoyê bi awayeke vekirî li Sûrîyeyê dibînin. DYA piştgirîyeke xurt dide opozîsyona li wî welatî ku Beşar Esad bête wergerandin``.

    Patrûşev destnîşan kir, ku doza li dijî terorîzmê tenê di nav çarçoveya koalîsyonê de nikare bête meşandin. Ji ber ku sînorên pendî yên terorîzmê tune ne. Doza li dijî terorîzmê de rola kilît gereke ji alîyê NY ve bête lîstin. Rûsya israr dike ku doza li terorîzmê de rola sereke di dest NY û Civata Ewlekarîyê de be.

    Patrûşev tekez kir, ku niha ji hezaran zêdetir welatîyên Rûsyayê di nav refên DAÎŞ`ê de şer dikin. Li gor nêrîna Patrûşev, ji ber sîyaseta cotstandard a Rojavayê, pêşîlêgirtina herika endamên nû ên DAÎŞ`ê zehmettir dibe. Ji bo nimûne, dema DAÎŞ li dijî Beşar Esad şer dike, ji alîyê DYA`yê ve tê piştgirîkirin. Ji alîyê din ve jî DAÎŞ ji alîyê DYA`yê ve tê bombebarankirin. Heta dawî li wê lîstikê neyê anîn, ewê wisa berdewam bike.

    Li gor bawerîya Patrûşev, yek ji tehdîdên herî giring ên li ser Rûsyayê, rêbaza destabîlîsazyonê ya wek ``şoreşa rengîn`` e, ku Ûkrayna nimûneyeke wê ya balkêş e. Armanca wê sîyasetê lawazkirina Rûsyayê ye. Ji bo dabînkirina wê armancê, rageşîya li Ûkraynayê her diçe zêdetir dibe. Bi zanebûn hestên şowenî têne gurkirin û lihevkirina Mînskê tê sabotekirin. Patrûşev destnîşan kir, ku li pişt wê sîyasetê Waşîngton disekine.

    Patrûşev got, ku ``Ûkrayna ne xema wan e. Hedefa wan Rûsya ye. Ew gelek dixwazin ku Rûsya ji holê rabe. Sedem jî ew e, ku Rûsya welateke gelek dewlemend e. Li gor nêrîna amerîkîyan, em nikarin wek pêwist, wan dewlemendîyên xwe bikar bînin``.

    Patrûşev behsa planên DYA`yê yên li Rojhilata Ewrûpayê jî kir û manevrayên leşkerî yên li wê herêmê wek provokasyona NATO`yê bi nav kir. Li gor nêrîna Patrûşev, NATO`yê bi zanebûn manevrayên leşkerî wê demê de pêk anîn, dema cîhanê 70`yemîn salvegera serkeftina li ser faşîzmê pîroz dikir.

    Patrûşev di dawîya axaftina xwe de got, ku tunebûna bawerîyê li pêşîya doza hevbeş a li dijî tehdîdan dibe asteng:

    ``Rûsya amede ye li ser esasê yekrêzî û berbiçavkirina berjewendîyan di avakirina mîmarîya ewlekarîya navneteweyî de tev li xebatên hevbeş bibe. Em amade ne ji bo dabînkirina aştî û aramîya navneteweyî bêy berbiçavkirina potansîyela wan a aborî, statûya wan a sîyasî-leşkerî û rewşa wan a jeopolîtîk bi hemû welatan re hevkarîyê bikin``.

    Bi heman mijarî:

    Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
    Malxwê mala NATO`yê kê ye?
    Rûsya transîta barên leşkerî yên NATO jibo Afganistanê qutkir
    NATO stratejîya xwe diguherîne
    Almanya dijî planê DYA yê jibo bicîkirna rêkêtan li Ewropayê ye
    Serokê Pentagonê bawer nake ku têkilyên navbera Rûsya û DYA nêzîk baş bibin
    Etîketan:
    NATO, Ûkrayna, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de