07:20 28 Nîsan 2017
Zindî
    Baregeha Europol

    Ewropa `tîmeke pisporan` li dijî DAIŞê pêktîne

    © AP Photo/ Mike Corder
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Polîsên Europayê mijûlên avakirina tîmeke psiporan e ji bo `şopandin û ragirtina` rûpel û malperên rêxistina DAIŞê li ser torên civakî pêktîne.

    Li gor lêkolînên nû, bikêmanî 46 hezar rûpelên ser bi rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ve di Twitterê de hene.

    Ajansa Polîsên Europayê (Europol) wê ligel çend kompaniyên torên civakî, ji bo şopandin û ragirtina rûpelên ser bi DAIŞê ve rêbikevin, lê navê wan kompaniyayan ne hatine eşkerekirin.

    Torên civakî û malperên internêtê, bo kişandina bala xortên Europa û Amerîka û welatên din û anîna wan bo nav rêzên xwe, du amarzên herî xurt ên DAIŞê ne.

    Ewropolê amaje kiriye jî ku tê pêşbînkirin ku heta niha `5 hezar` kesên ji Brîtanya, Fransa, Belcîka, Holanda û çend welatên din ên Yekîtiya Europayê tevlî DAIŞê bûbin.

    Bi heman mijarî:

    Ewropa ne amedye deynên Yonanistanê bide
    DAIŞ bi rêyeke nû derbasî Ewropa dibe
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de