21:37 22 Hezîran 2017
Zindî
    Teqîna otomobîlê li Kabûlê, li ber parlamentiyê

    Parlamentoya Efxanistanê bu hedefa Talîbanê, hemû êrîşkar hatin tunekirin

    © AP Photo/ Massoud Hossaini
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 901

    Vê sibê baska jêrîn a parlamentoya Efxanistanê bû hedefa êrîşê çekdarî ya ji aliya bizava Talîbanê. Li gorî agahiyên dawî yên çapemeniya efxanî, di encamê êrîşê de 5 kes bûne qurbanî. Berê behsa 21 birîndaran hatibû kirin.

    Tê ragihandin, ku êrîşkar li ber avahiya parlementoyê otomobîleke bombebarkirî teqandine û paşê êrîşî ser avahî kirine.  Zêrevanên parlamentoyê berhingariya êrîşê kiriye û çekdarên Talîbanê  paş ve kişiyane û li avahiyeke cîran de senger girtine. 

    Her weha li gorî agahiyên dawî, di encamê operasyona taybet de hêzên ewlekariyê her heft êrîşkar tune kiriye. Berpirsiyariya êrîşê bizava Talîbanê hilgirtiye ser xwe.

    Peyamnêrê `Spûtnîk` ji şahidê bûyerê, karmendê radyoya `Selam Wetendar`  birêz Dawid Şah Mal re, ku dema êrîşê di hindurê avahiya parlamentoyê de bû, peywendiya telefonî danî û jê xwest ku bûyer şîrove bike:

     “Îro dihat payîn ku cîgirê serokkomar wê namzediya Masûm Stanakzay ji bo posta wezîrê berevaniya pêşkêşî baska jêrîn a parlamentoya Efxanistanê bike.  Dema ku namzediya Masûm Stanakzay ji aliya serokê parlamentoyê ve hat pêşkêşkirin, di hindurê avahiya baska jêrîn de teqîn rû da.  Di serî de her kes digot, qey temaseke kurt a elektrîkê rû da, serokê parlamentoyê banga aramîiyê kir, lê di heman kêliyê de teqîna duyemîn rû da. Dûman tije hindurê salona rûniştinê bû û di nava parlamenteran de panîk destpê kir.

    Personelên ewlekariyê rojnamevan û parlamenter birin cihekî ewle. Pevçûn destpê bû û çekên giran jî dihat bikaranîn. Paşê serokê dezgeha ewlekariyê ya bajarê Kabûlê ragihand, ku otomobîlekê bombebarkirî ketiye nuqteya karmendên ewlekariyê, ku li ber deriyên parlamentoyê ye. Plana terorîstan  ew bû, ku piştî teqandina deriyê, çekdar têkevin hewşa parlamentoyê û êrîşî ser parlamenter û sîgirê serokkomar bikin.  Di encamê êrîşê de du kes di hindurê parlamentoyê de û çend kes jî li derveyî wê birîndar bûn. Di encamê operasyoneke taybet de şeş terorîst hatin kuştin.  Kes ji  rojnamevan û parlamenteran zirar ne dît. Niha dengê gule û teqînê tê, xuyaye li ber derriyên parlamentoyê pevçûn hêj berdewam e”.

    Li gorî agahiyê ji Efxanistanê, vê gavê operasyona paqijkirina hewşa parlamentoyê û derdorên wê ji çekdarên Talîbanê bi tevayî bi dawî hatiye.  Hemû êrîşkar hatine tunekirin.

    Hêjayê bi gotinê ye ku duh sekreterê Civata Ewlekarî ya Rûsyayê Nîkolay Patrûşev hişyarî dabû ku îhtîmale rewşa cîhanê  aloztir bibe û hejmara herêmên nearam zêdetir bibe.

    Etîketan:
    Efxanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de