02:28 30 Nîsan 2017
Zindî
    Alên Yûnanistan û YE li Atînayê li ber Akropolê pel didin

    Ttrajediya mezin a yûnanan

    © AFP 2017/ Louisa Gouliamaki
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Li gor nêrîna piraniya çavdêran, her riyê ku Atînayê hilbijêre, wê bibe riya herî xirab. Vegra ser dirava neteweyî drahma jî, wê ji şikestina hêviyan wêdetir tiştekî din nayîne.

    Pirsgirêka Yûnanistanê her ku diçe dibe pirsgirêka ewroyê.  Nirxa ewro bi berdewamî bi nisbet dolarê erzantir dibe. Çîroka vegerandina deynên Yûnanistanê bi xweşa piyaseyê nayê. Eksper tekez dikin, ku Yûnanistan ber bi defoltê ve diçe.  Vê gavê Atîna li ser çareserkirina deyna xwe ya bêhtirî ji 240 mîlyar ewro  bi IMF û YE re gotûbêjan dimeşîne. Analîstê fînansî Dmîtriy Tratas amaje dike ku pirsgirêkên Yûnanistanê xelas nebûne û hê jî berdewam in:

    "Rewşa wî welatî zêde ne hatiye guhertin, heta mirov dikare bêje, xerabtir bûye.  Ji ber ku  ji bo derketina ji vê rewşê tu çareyeke baş tune. Vê gavê li gel troykaya deyndêran gotûbêj têne meşandin. Eger jê encam dernakeve, wê hingê tranşa nû ya krediyê jî nayê şandin û di encamê de karesateke fînansî destpê bike. Tê gotin ku Yûnanistan ji mêj ve drahmayên xwe çap kirine û her wisa tê gotin ku ew dixwazin her du dirav bi hev re  têxin tedawilê. Lê kes nizane ka mekanîzma han wê çawa kar bike. Ka Yûnanistan wê çawa ji qada ewroyê derkeve, gelo ewê derkev e an na? Aşkere ye ku kes vê yekê     naxwaze: ne YE, ne qada ewro, ne IMF, ne jî Yûnanistan bi xwe. Belam divê deyn bêne vegrenadin, lê kes nizane çawa". 

    Hemû pêşbîniyên aborî destnîşan dikin, ku vegrea ser drahmayê wê di gotinê de bimîne. Aborîzan Vasîlîy Koltaşov behsa rîskên wê yekê dike:

    "Vê gavê derfetên Yûnanistanê dest nadin ku ew ji qada ewroyê derkeve. Ji ber ku gava han wê bê wê wateyê ku Yûnanistan hemû derfetên vegerandina deynên xwe winda bike, ji ber ku dema ku dirava nû bikeve tedawilê, wê nirxa wê ya li hember ewroyê yekser hilweşe. Lewma jî Yûnanistan wê di qada ewroyê de bimîne. Ji ber ku rewşa wê pir dijwar e û ew nikare derkeve. Her weha ti manewreyeke sîyasî jî tune". 

    Eger Yûnanistan vegere ser drahmayê, wê derfetên manewreyê hîn kêmtir bibin. Vasîlî Koltaşov    tekez dike ku pêwste gelê yûnan xwe ji dijwariyên nû re amade bikin:

    "Niha wê pêlê duyemîn ê krîza aboriyê destpê bike. Ez bawer nakim ku li wê welatî  sektora tûrzîmê di demekî nêz de  mezintir bibe. Bi îhtîmalekî mezin sektora kiştûkalî jî wê rehet nabe. Lewma jî pêwîste Yûnanistan li hember pêlê duyemîn ê krîzê li ber xwe bide. Bi îhtîmalekî mezin koalîsyona Sîrîza û Yûnanên Serbixwe wê neçar bimînin, ku sîyaseta aboriya hişk a YE bidin meşandin, ji ber ku dirava Yûnanistanê tune ku deynên deyndêran bide û ew jî îsrar dikin, ku diravên han bi riya şidandina tedbîrên aboriyê derbixe". 

    Piraniya sîyasetmedarên ewrûpî tekez dikin, ku çareserkirina krîza Yûnanistanê erkê tevaya Ewrûpayê ye.  Ji ber ku qutbûneke di nava Ewrûpayê de wê ji tevaya cîhanê re nîşan bide ku Ewrûpa ewqas jî  yekgirtî nîne. Lewma jî, heta ku çareserî bê dîtin, wê rewşa li dor krîza Yûnaistanê bê gengeşîkirin. 

    Bi heman mijarî:

    Çarenûsa Yonanistanê gerek li civîna YE li Brukselê bê çareserkirin
    Yewnanistan rêya Ewrûpa ji penaberan re vedike
    Etîketan:
    YE, Yûnanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de