07:23 28 Nîsan 2017
Zindî
    Wezîrê darayî yê Yonanistanê li parlamentoyê welêt li serokwezîrê Alekseys Tsipros guhdarî dike 16 Hezêranê sala 2015

    Çarenûsa Yonanistanê gerek li civîna YE li Brukselê çareserkirin

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Li Brukselê civîna ewarte a Yekitiya Ewropayê destpêdike. Beşdarên civînê wê ji nû ve û dibe ku cara dawîn be, hewl bidin jibo çarakê ji deynên Yonanistanê re bibînin.

    Serokwezîrê Yonanistanê Aleksis Tsipras, wek hewldanek jibo defolta derbarê deynên ku Atîna ji Fona Navnetewî a Diravan (FND) bi qasî 1,6 milyar dolarî wergirtiye qedexebike, roja yekşemê pêşniyariyên nuh radestî rêberên YE kir.

    Yek ji fermanberan li Brukselê ev pêşniyarî wek `pir sozdar` binavkir. Yonanistan gerek heta dawiya Hezêranê deynê FND bide. Heger ev yek neyê kirin, welat dikare neçar bibe ji herêma euro û dibe ku ji YE jî, derkeve.

    Gotebêjên bi Yonanistanê re ku ev çend meh derbasdibinm heta niha tu-encam ne dane. Komisyona Ewropayê, Banka Navendî a Ewropayê û FND, heta Atîna qebûlneke jibo bernama reformên aborî bistîne, naxwazin tranşê alîkariyê yê dawî bi qasî 7,2 milyar dolarî pêşkêşî Yonanistanê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    Yonanistan, YE
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de