10:16 26 Adar 2017
Zindî
    Li peravên Lîbyayê penaber di keştiyê de

    Roja Penaberan a Cîhanî

    © REUTERS/ MOAS/Jason Florio
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Li gor daneyên Navenda Çavdêrîyê ya Civata Norwecê ya Karûbarên Penaberan, di sala 2014`yan de 38 milyon kes ji ber şerên navxweyî yên li cîhanê bûne koçber

    Ew kes wek penaber têne bi navkirin, ên ji ber sedemên cudakerîya nîjadî, olî, nêrînên sîyasî û endambûna komeke civakî rast bi tehdîdan hatinî û ji welatê xwe revînî.

    Li gelek welat û herêman rojên taybet ên ji bo penaberan hatinî destnîşankirin hene. Yek ji wan Roja Penaberên Afrîkî ye û roja 20`ê Hezîranê li gelek welatan tê pîrozkirin.

    Roja 4`ê Berfanbara sala 2000`an Civata Giştî ya NY biryarnameyek qebûl kir, ku di sala 2001`an de 50 salîya pesendkirina Konvensîyona Statûya Penaberan a di sala 1951`an de ketî merîyetê bête pîrozkirin. Her weha biryar hate dayîn ku Roja Penaberan a Cîhanê di roja 20`ê Hezîranê de bi tevî Roja Penaberên Afrîkî bête pîrozkirin. Di nîvîya sedsala 20`an de li dora 1,250 milyon penaber hewceyê alîkarîya navneteweyî bûn. Li dora 350 hezar penaberan li Ewrûpayê bûn, ku piştî Duyemîn Şerê Cîhanê hewl dida birînên xwe derman bike. Di dawîya salên 1950`yan, ji bilî Afraîkayê ji parzemînên din jî penaberan berê xwe dane Ewrûpayê. Bi taybet jî ji Başûrê Asyayê, ji Rojhilata Navîn û ji Balkanan. Civata Giştî ya NY di sala 1950`yan de Rêvebirîya Komîserîya Bilind a Karûbarên Penaberan saz kir. Erka sereke ya komîserîya bilind, ji penaberan re dabînkirina parastina navneteweyî û çareserkirina problemên wan bû.

    Di sala 1951`an de Rêvebirîya Komîserîya Bilind a NY ya Karûbarên Penaberan pêşnîyar kir, ku konvensîyona statûya penaberan bête pesendkirin. Di wê konvensîyonê de mafên penaberên û erkên dewletê yên li hember wan hatibûne destnîşankirin. Rûsya jî di nav de li dora 140 welatan ew Konvensîyon pesend kirin.

    Bi tevî ku Rêvebirîya Komîserîya Bilind a NY ya Karûbarên Penaberan ji bo parastin û çareserkirina problemên penaberan hatibe avakirin jî, gelek derdorên din jî ji bo alîkarîyê serî li wê sazîyê didin. Ji bo nimûne hinek kesên ku piştî wergirtina mafê penaberîyê vedigerin welatên xwe û rast bi pirsa bêwelatîbûyînê tên.

    Li gor daneyên Navenda Çavdêrîyê ya Civata Norwecê ya Karûbarên Penaberan, di sala 2014`yan de 38 milyon kes ji ber şerên navxweyî yên li cîhanê bûne koçber. Li Iraqê 2,2 milyon kes ji ber êrişên DAÎŞ`ê ji welatên xwe revîyan e. Ji nîvîyê zêdetir welatîyên Sûrîyeyê ji ber şerê navxweyî koçber bûne. Li Başûrê Sûdanê 1,3 milyon kes ji ber konflîktên navxweyî dest ji cih û warên xwe berdane. Her weha li Kongo û Nîjeryayê jî ji ber heman sedeman li dora 2 milyon kesan bûne koçber. Li gor daneyên Rêvebirîya Koordînasyona Pirsên Humanîter ya NY, li Ûkraynayê jî ji ber konflîkta navxweyî 2,2 milyon kesan dest ji cih û warên xwe berdane û koçber bûne.

    Bi heman mijarî:

    Girê Spî: Di 24 saetan de 2 hezar penaber
    75 hezar penaber vegeriyan Kobanê
    NY: 7 mîlyon û 600 hezar Sûrî koçber bûne
    Etîketan:
    Penaber, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de