20:03 21 Sibat 2017
Zindî
    Çekdarê Talîban li Afganistanê

    Sûdmendîya Şanhayê ya ji bo Afganistanê

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Rêxistina Hevkarîya Şanhayê rêxistina navneteweyî ya yekane ye, ku amade ye Afganistanê wek endamê hevpar qebûl bike

    Berfirehbûna Rêxistina Hevkarîya Şanhayê di çend hefteyên dawîyê de bûye pirsa gotûbêjkirina sîyaseta herêmî. Rêxistina ku niha piranîya parzemîna Ewrasyayê di nav xwe de dihewîne, piştî endambûna Pakîstan û Hindistanê wê vegere yek ji yekitîyên herî bi bandor ên cîhanê. Bêguman, ew rewş wê bandorê li Afganistanê jî bike.

    Roja 16`ê Hezîrana sala 2015`yan nûnerê taybet ê serokê Afganistanê Şakîr Kargar ragihand, ku ``Serokê Afganistanê wê di xebata sammîtê de beşdarîyê bike û bi xwe daxwaznameya endamtîya Rêxistina Hevkarîya Şanhayê raber bike``. Serokê Afganîstanê Eşref Ganî Ehmedzîya xwe amade dike, ku di samîta Rêxistina Hevkarîya Şanhayê de ya li Ûfayê tê lidarxistin de beşdarîyê bike.

    Ew biryar dikare wek biryareke dîrokî bête nirxandin. Ji ber ku endambûna di rêxistina navborî de dikare çarenûsa Afganistanê bide guhertin. Lê, Amerîka li dijî endambûna Afganistanê ya di wê rêxistinê de derdikeve. Amerîkî çi dikarin ji Afganistanê re pêşnîyar bikin?
       Argûmentên di dest amerîkîyan de yên dijderketina endambûtîya Afganistanê ya di Rêxistina Hevkarîya Şanhayê de argûmentên giring in. DYA dikare alîkarîya fînansî ya ji bo artêşa Afganistanê bibire. Artêşa Afganistanê di rewşeke wisa de, di şerê li dijî Talîbanê û her weha di şerê li dijî DAÎŞ`ê de, ku di wan demên dawîyê bi çalaktir tev digerin, dikare rast bi zehmetîyan were. Dahatîyên neteweyî yên Afganistanê gelek kêm in û ne di wê astê de ne ku bikaribin artêş û hêzên ewlekarîyê yên welêt fînanse bikin.

    Eger ew pirs di warê stratejîk de bête nirxandin, Rêxistina Hevkarîya Şanhayê Afganîstanê bi tenê serê xwe nahêle û destûrê nade tevgerên neyasayî yên li sînorên di bin berpirsîyarîya xwe de. Wê navgînên pêwist bêne dabînkirin, ku tehdîdên li ser ewlekarîya Afganistanê bêne tunekirin.

    Di warê aborîyê de jî ew pirs dikare bête kirin: Gelo alîkarîya amerîkîyan ji bo aborîya Afganistanê çiqas berhemdar e? Bersîv zelal e, neberhemdar e. Bi tevî sepandina bernameyên cuda û xerckirina bi milyaran dolaran jî, Afganistan wek berê dewleteke hêjar e.
    Rêxistina Hevkarîya Şanhayê rêxistina navneteweyî ya yekane ye, ku amade ye Afganistanê wek endamê hevpar qebûl bike. Ew yek welatên hêjar ên  wek Kirgizîstan û Tacikîstanê jî nehedar nake û ew jî piştgirîyê didine endambûna Afganistanê.

    Bi sazkirina hola nû ya Rêxistina Hevkarîya Şanhayê, gereke razemenî di aborîya afganistanê de bêne kirin û binesazîya wê bête pêşvebirin. Welatên endamên rêxistinê ji ber şertên jeografîk gereke rîyên nû yên navneteweyî ji Afganistanê derbaz bikin. Jeografîya Afganistanê ji bo avakirina rîyên nû her weha rîyên hesinî jî destdayî ye. Bi tevî wê jî, amerîkîyan di wî warî de tu xebat nekirin. Ji bilî wê jî, amerîkî ji Rûsya û Îranê re bûne asteng ku rîyên hesin ava nekin.

    Ji bo afganan gotina `pîşesazî``yê gotineke xerîb e. Enerjîya erzan a ji Tacikistanê û borîyên gazê yên ji Tirkmenistanê wê derfetê bidin, ku gelek kargehên pîşesazîyê yên mezin bêne vekirin. Bi tevî sazkirina endstrî û komînîkasyonên transportê yên nû wê derfetên bazirganîyê bêne zêdekirin û cihên xebatê bêne sazkirin. Planên geşadanê gelek berfireh in. Sazkirina sîstema enerjîyê ya li Afganistan, Tacîkîstan, Pakîstan û Çînê wê geşedana pîşesazîya çavkanîyên binerd, metalûrjî, pîşesazîya kimyayî û ya sivik dabîn bike.

    Bi heman mijarî:

    Çîn û Hindistan dixwazin tanka rûsî `Armata` bikirin
    Rûsya, Çîn û Rêxistina Hevkarîya Şanhayê
    Zêdebûna çalakiyên NATOyê gefa li Rûsya û hevalbendên wê dixwe
    Tedrîbatên Rûsya û Çînê li Deryaya Spî
    Rûsya transîta barên leşkerî yên NATO jibo Afganistanê qutkir
    Etîketan:
    Rêxistina Hevkarîya Şanhayê, Afganîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de