15:33 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    YE

    Aborînasên Awistiryayê windakirnên Ewropayê jiber sizayên dijî Rûsyayê jimartin

    © AP Photo/ Markus Schreiber
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Weşana Die Welt ragihand ku krîza aborî a Rûsyayê wê bi 100 milyar euro û bêtir ji 2 milyon cihên kar li ser Ewropayê bikelife.

    Istîtûya lêkolînên aborî ya Awistiryê ev mijar nirxandiye.

    Tê destnîşankirin ku encamên krîzê jibo welatên Yekitiya Ewropa û Swêsrayê ji wek heta niha dihat çavrêkirin bêtir bû. 

    Yek ji sê beşdarên lêkolînê Oliver fritz destnîşankir ku ketina hawîrdê a ku me payêza sala borî wek pîstirîn senaryo birêvedibir, di dema niha de real e`. Li gor Fritz, heger rewş ji kok ve neyê guhertin wê senaryoya herî pîs bê cîbecîkirin.

    Li gor hesabên WIFO, mabûna sizan wê bihêlin ku aborya Almanyayê bêtir ji 1% dakeve, Italya wê bêtir ji 200 hezar cihên kar winda bike û 0,9 ji aborya wê dakeve, Fransa hema bêj 150 cihên kar windabike û 0,5 ji aborya wê dakeve. Estonya ku ji aliyê aborî ve bêtir bi Rûsyayê ve girêdayî ye, hema bêj wê 16% ji aborya xwe windabike.

    Bi heman mijarî:

    Ewropa ne amedye deynên Yonanistanê bide
    DAIŞ bi rêyeke nû derbasî Ewropa dibe
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Etîketan:
    Ewropa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de