05:27 25 Îlon 2017
Zindî
    Bîranîna mirîyan

    "Roja bîranîna mirîyan"...

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 255491

    Bal hemû miletên cihanê yên bi dîn û mezhebên ji hev cuda, gelek erf-edet, eyd-erefatên mînanî hev hene.

    Yek ji wan edetên qenc bîranîna nisleta di emir da mezin e, bîranîna qewim û pismam, lêzim û merivên me ne. Ew edet ji kengê va heye, xuya ye kes nizane, lê ew ji nisiletekê derbazî nisileteke din dibe û rehên wê ji kûraya dewr û zemanan tê. Heta em qedirê bîranîna wan digirin, ewê di dilê me da her bijîn û zindî bin. Bal her miletekî ew roj salê carekê bi navên cuda-cuda tê kivşkirinê. Kurdên êzdî ji wê rojê ra dibêjin "Roja mezelan"…

    Bal hemû miletên cihanê yên bi dîn û mezhebên ji hev cuda, gelek erf-edet, eyd-erefatên mînanî hev hene.
    © AP Photo/
    "Roja bîranîna mirîyan"...

    Îsal, wek ku her sal, kurdên êzdî, ku li Rûsîyayê û ser axa Sovyeta berê dijîn, ewê rojê di pêncşema sisîyan ya meha hezîranê da didine kivşê û merivên xwe yên nêzîk bi bîr tînin. Îsal ew roj ketîye 18ê hezîranê. Eva zêde edetekî malbetî ye. Mixabin, şîn di her malekê da dihêwire. Merivên me yên here ezîz xatirê xwe ji me dixwezin û serê xwe datînin ax û berên sar, ji vê dinyayê koç dikin, heta-hetayê diçin. Bal kurdên êzdî ew roj bi destî şêx û pîran tê kivşkirinê. Di nîveka meha hezîranê da, piranî di roja pêncşemê da, lê bal hinekan jî roja înîyê tê derbazkirin. Lê kesên koçer, ango kesên, ku di meha hezîranê da bi malbetê va li zozanan in, ewana payîzê wê rojê bi bîr tînin. Edetekî dinê jî heye, ku wê rojê nanê xêrê datînin, xêra mirîyan di nav feqîr, nexweş û belengazan da bela dikin. Wê rojê dua li ruhê mirîyan dikin, bona Xwedayê Mezin bê hewara wan û rehmê li wan bike. Û fikira dueyan hema di vê yekê da ne.

    Roja mezelan
    © AFP 2017/
    Roja mezelan

    Wê rojê her malek xurek hazir dike, kade çê dike, xwerina ku mirî zêde jê hiz dikir, hildidin û diçine goristanê, ser mezelan. Û berî, ku xurekê hazirkirî raxine ser textê nanxwerinê û bela bikin, gazî şêx û pîran dikin, bona ew ser mezelê kesê rehmetlêbûyî qewil û beytan bêjin. Lê kesên, ku bi hinek sebeban nikarin herine ser mezel, li mala xwe nan hazir dikin û "xêra mirîyan" bela dikin. Hemû kesên merivên hev û nêzîkî hev diçine wan malan, ku di nava sala axirîyê da ji mala wana yek çûye rehmetê. Bi wî awahî ber dilê xwedîyên mirîyan da tên, û gotinên ha dibêjin: "Xwedê cîyê xeman tije bike", "Em careke din bi şayî derê mala we vekin" û yên din.

    Bîranîna mirîyan
    © AFP 2017/
    Bîranîna mirîyan

    Jîyan berdewam dibe. Em gerekê her tiştî bikin, ku merivên me di saxîyê da kêmasîyan nebînin, tengasîyê nekişînin, em gerekê di hindava wan da guhdar, xemxur bin. Kesên, ku di zû da kal û pîrikên xwe, dê û bavên xwe, xûşk û birayên xwe nedîtine, paş nexin, hema niha bi wan ra werine girêdan, bi wan ra bikevine nava sohbetê, hizkirina xwe eyan bikin. Em ji we hemûyan ra cansaxîyê, emirê dirêj û bextewarîyê dixwezin, bira kêmasî nekeve nava neferên mala we.

    Bira rehmeta Xwedê mirîyên me hemûyan be, bira cîyê wan cinetî be, em serxweşîyê didine wan hemû kesan, ku merivên wana çûne rehmetê. Bîranîna mirîyan wê herdem di dilê zindîyan da be.

    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de