05:03 28 Hezîran 2017
Zindî
    Sembola NATO li ber avahiya NATO`yê li Brukselê

    Provokasyonên NATO li nêzî sînorên Rûsyayê berdewam in

    © AP Photo/ Virginia Mayo, File
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    DYA bi sedan piyadeyên deryayî derbasî li keştiyên dewletên Ewrûpî yên li Derya Spî dike. Eger tevgerekî Rûsyayê li hember NATO`yê çêbe, hingê, hêzên Amerîkî wekî hêza çipik a li dijî wê tê dîtin.

    Tê ragihandin, ku yekîneyên pêşîn ên piyadeyên deryayî wê meha îlonê sala 2015 bigihên keştiyên Ewrûpî. Li gor nêrîna analîstan, manewreyên li Ewrûpayê gefxarineke vekirî ye li hember Rûsyayê û DYA hewil dide ku Rûsyayê ji partnerên xwe yên ewrûpî tecrîd bike. 

    Eksper tekez dikin, ku berfirehbûna NATO`yê ber bi rojhilatê,  Rûsyayê neçar dike ku hêza xwe ya leşkerî mezintir bike.

    Serokê rêxistina The International Action Center Sara Flaunders di vê mijarê de weha diaxive: 

    `Vê gavê Rûsya di rewşekî zehmet de ye. Ew hatiye dorpêçkirin û li ber sînorên wê her tim manewreyên leşkerî têne meşandin. Beriya demekî ji Macaristanê karwaneke teknîka leşkerî gihîşt Ûkraynayê. Tevgera han nayê veşartin û û li hember Rûsyayê gefxarineke vekirî ye. Di wan demên dawî de daxuyanî tê dayîn, ku wê hîn çekên nû jî bêne bicihkirin û ev yek jî Rûsyayê neçar dike ku pêngavên bersivê bavêje`. 

    Li gor nêrîna analîstê sîyasî Erik Drayzer, plana DYA ew e, ku Rûsya û Ewrûpayê ji hev gelekî dûr bixe û nehêle ku Ewrûpa bi dewletên Asyayê hevkarî bike. Drayzer weha diaxive: `Pirs ne tenê ew e, ku li Polonya û dewletên din ên Rojjhilata Ewrûpayê çekên giran têne bicihkirin. Pirs  ew e, ku DYA dixwaze Rûsyayê ji Fransa, Almanya û partnerên din ên ewrûpî bi dûr bixe. Bi wê cureyê Amerîka dixwaze Ewrûpayê di bin bandora xwe de bigre û  nehêle ku tu hevkarî an jî entegresyona wê ya bi Asyayê re hebe`. 

    Hêjayê bi bîrxistinê ye ku beriya bi demekî plana Pentagonê ya hinartina li Ewrûpayê tank, zirxpûş û çekên din ên giran  jî aşkere bûbû.  Vê gavê li welatên Baltîk û hin dewletên rojhilata Ewrûpayê  5 hezar leşkerên amerîkî hatine bicihkirin. Nûnerên Pentagonê û wezaretên berevanî yên ewrûpî ragihandin, ku aramnca vê pêngavê, berevaniya ji `êrîşkariya Rûsyayê` ye.

     

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di hevpeyvîna xwe de li gel rojnamevanên îtalî mijara tirsa Rojavayê li ber `metirsiya Rûsyayê` weha şîrove kir: `mesrefên leşkerî yên DYA ji mesrefên tevayî dewletên cîhanê çendîn caran       zêdetir in. Û mesrefa NATO bi giştî jî, 10 caran ji mesrefên leşkerî yên Rûsyayê zêdetir in. Ji bilî wê, ji DYA`yê cudatir, hema bêje ti baregehên leşkerî yên Rûsyayê li derveyî welêt tunene`.

    Bi heman mijarî:

    NATO potansîyela xwe ya leşkerî dide zêdekirin
    Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
    Malxwê mala NATO`yê kê ye?
    Rûsya transîta barên leşkerî yên NATO jibo Afganistanê qutkir
    NATO stratejîya xwe diguherîne
    Rola herêmî ya Tirkîyeyê bi têkilîyên Rûsya-NATO`yê ve girêdayî ye?
    Etîketan:
    Ewropa, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de