15:09 28 Gulan 2017
Zindî
    YE

    Roportajê sedemên nasyarbûna partiyên opozisyoner li Ewropayê diyarkir

    © AP Photo/ Markus Schreiber
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Ajansa lêkolînê a brîtanî ICM Research li Brîtanya, Fransa û Ispanyayê,jibo ajansa navnetewî û radyoya Sputnik roportaja bisernavê `nerîna Sputnik` birêvebir.

    Li gor vê roportajê, welatiyên Ewropayê sê sedemên vê nasyarbûnê binavkirin: asta koçberiyê a mezin(47% ji yên ji wan hatin pirsîn), sozên ku ne hatine pêkanîn (46%) û dilmaya ji YE (38%).

    Di berseva ser pirsa, `bi nerîna we sedemên sereke yên nasyarbûna partiyên rast, mîna UKIP li Brîtanyayê, Eniya Netewî li Fransayê, her wiha, partiya çep  Podemos li Ispanyayê çiye? Bêtir ji nîvê welatiyên Brîtanyayê (53%) û (30%) ji welatiyên Fransayê bibawerin ku sedema nasyarbûna partiyên opozisyoner  dilmaya ji YEyê ye. 44% ji welatiyên Fransa û Ispanyayê ragihandin ku sedemên vê yekê têkçûnên di warê aborî de ne. Hema bêj nîvê welatiyên Ispanyayê (49%),  pêwîstiya reformên civakî destnîşandikin, her wiha 55%  ji ispanyan texmîn dikin ku sedemên nasyarbûna partiyên opozisyoner sozên vala ne. 10% ji yên ji wan hat pirsîn berdeva wan `ez nizanim` bû, 11% tu-bersev ne dan.

    Roportaj ji 1 heta 4 Gulanê sala 2015-an li Brîtanya, Fransa û Ispanyayê hat birêvebirin û 4097 kes têde beşdarbûn.

    Bi heman mijarî:

    Ewropa ne amedye deynên Yonanistanê bide
    DAIŞ bi rêyeke nû derbasî Ewropa dibe
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Etîketan:
    Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de