15:41 22 Mijdar 2017
Zindî
    Paulo Nogueira Batista Junior

    Banka BRÎKS saziyeke vekirî ye

    Wêne ji Facebook hatiye wergirtin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Heftiya borî Paulo Nogueira Batista Junior ji bo posta cîgirê serokê Banka Pêşveçûna welatên BRÎKS ê ji Brazîlyayê hat destnîşankirin.

    Paulo Nogueira Batista Junior ji Spûtnîk Brazîlya re hevpeyvîn da:

    Spûtnîk: Gelo, giringiya banka welatên BRÎKS, ku tê sazkirin, çi ye? 

    Paulo Nogueira Batista Junior: Banka pêşveçûnê ji aliya welatên BRÎKS her weha wekî kanaleke din a ji bo fînansekirina projeyên binesazî û pêşveçûneke bi îstîqrar a li welatên pêşketînxwez tê avakirin.  Bi wê cureyî, mirov dikare bibêje, ku ew ne tenê banka welatên BÎKS`ê ye. Li gorî rêziknameya xwe, ew ji hemû dewletan re vekirî ye, heta dewletên pêşketî jî dikarin bibin endamên wê. Her çend kredî tenê ji bo dewletên pêşketînxwaz bê dayîn jî, divê banka han wekî saziyeke vekirî bê dîtin. Li gorî rêziknameya xwe, ew, ji destpêka fealiyeta xwe, ku ji meha çileyê sala dahatû tê payîn,  ji her dewletekî endam ê NY re   vekirî be. Dewletên damezrîner wê erkên rêvebirinê parve bikin û hûriyên mercên endamtiyê biselimînin.

     Spûtnîk: Wekî yek ji cîgirên serokê bankê, erkên We dê çi bin?

    Paulo Nogueira Batista Junior: Vê gavê rêveberiyeke demkî tê sazkirin. Tê de wê serok ji Hîndistanê û çar cîgir ji dewletên din cih bigrin. Erkê wan ew e, ku tevayî hûriyan çareser bikin û bankekî ji bo xebatê amade, ava bikin.  Di vê hêlê de êdî gavên pratîkî têne avêtin: parlamentoyên me wê peymanên pêwîst parafe bikin. 

    Di maweya çend mehên dawî de her weha  rêbazên xebata rêveberiya demkî jî hatine destnîşankirin û ewê heya vekirina bankê li Şanghayê dest bi kar bike.  Em ji saziyên din ên fînansî sûd werdigrin.  An ku em dixwazin, her tişt wisa amade bikin, ku Banka nû ji roja pêşîn ji xebatê re tam amade be. Ji meha  temmûzê li Şanghayê, ku wê bibe ofîsa bankê ya sereke, her pênc rêvebir xûd li ser vê yekê kar bikin.  

    Ji bilî wê, ev koma ji pênc kesan, divê stratejiya bankê jî amade bikin. Emê pêşniyarên pêwîst ên di wî warî de   pêşkêşî rêveberî û civata serokên Bankê bikin.

    Spûtnîk: We çendîn car amaje bi giringiya rola Çînê kiriye. Wekî hat gotin, ofîsa sereke ya Banka Pêşveçûnê wê li Şanghayê be. Ofîsa Banka Asyayê jî li Çînê ye.  Gelo mirov dikare ji vê yekê wê encamê derbixe, ku Çîn êdî bûye motora aboriya serke ya sedsala 21-an? 

    Paulo Nogueira Batista Junior: Minê hinek bi cureyekî din bigota, bê guman îro Çîn û Hîndistanê mezinbûneke herî çalak nîşan didin. Li gorî şêniyên xwe, li gorî aborî û ciyê xwe yê cografî ve Çîn îro li herêma Asyayê xwedî giraniya herî mezin e, ji bilî DYA.  An ku Çîn di warê  aborî û sîyasî de di nava BRÎKS`ê de dewleteke herî mezin e. Di warê fînansî de jî xwedî mezintirîn hêz e. Bo nimûne, tenê sermayeya banka Çînê ABÎÎ bi qasî sermayeya BRÎKS`ê ye. Di nava BRÎKSê de Çîn yekane dewlet e ku di eynî demê de dikare çend destpêşxwerî bi hev re bide meşandin.

    Bi heman mijarî:

    Yekemîn forûma parlamentoyên BRIKS li Moskowê lidardikeve
    Etîketan:
    BRÎKS, Brezîlya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de