10:16 26 Adar 2017
Zindî
    Korsan

    Korsanan êrîşî gotebêjên derbarê bernama atoma Îranê kirin

    © Flickr/ Robbert van der Steeg
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Weşana Wall street Journal li ser zimanê nûnerê `Ezmûngeha Kasperskî` îro dûpatkir ku bernamekarên israylî komputerên navendî yên 3 mezintirîn otêlên ewropî bi vîrûsê Docu xistin.

    Li van otêlan gotebêjên derbarê bernama atoma Îranê birêvediçûn.

    Li gor zanyariyên rojnamê, vîrûs dihêle ku ronahî, kamera û  mikrofonên li otêlan hatine bicîkirin, ji dûrahî ve bên kontrolkirin.

    Karmendên `Karpeskî` ragihandin ku bernamekarên israylî berya demekê vîrûsekî bihêz yê din jî, ku dişibya Docu li otêlan bicîkirbûn. Di encamê lêgerîna li vî vîrûsê de, bi milyonên komputeran li tevya cîhanê hatin venêrîn.

    Nûnerên Kongreyê Amerîkayê ragihandin ku zanyariyên ku kompaniya Rûsyayê pêşkêşkirye jibo wan pir balkêş e. zanyariyên din derbarê vê mijarê wê di demek nêzîk de bên çapkirin.

    Bi heman mijarî:

    Senatoyê Amerîkayê proja zagona derbarê bernama atoma Îranê qebûlkir
    Komîta sênatê Amerîkayê zagona derbarê bernama atoma Îranê qebûlkir
    Etîketan:
    cîhan, Îsrayîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de