00:42 26 Adar 2017
Zindî
    DYA-Iraq

    Sîyasetmedarê amerîkî: DYA`yê hêza xwe ya sûper winda kir

    © AP Photo/ Hasan Jamali
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    DYA di maweya 20 salên dawîyê de hem di warê aborî û hem jî di warê sîyasî de lawaz dibe. Sîyasetmedarê amerîkî Patrîk Bûkenen di nivîsa xwe ya di malpera American Conservative`ê de îdda kir, ku Yekitîya Sovyetê jî di maweyeke wisa a di dema aştîyê de lawaz bû û hilweşîya. Li gor nêrînên wî, DYA gelek zêde xwe têkil problemên cîhanê dike û gereke demildest dest ji wê aresteyê berde.

    Sîyasetmedarê amerîkî yê komarî Patrîk Bûkenen di berdewamîya gotara xwe de dinivîse ku DYA di dawîya dema serokatîya Corc Bûşê mezin de `hêza yekemîn a li bandera cîhanê` bû.

    Lê, serokê din ê Amerîkayê cîhaneke din hilbijart. Di wê cîhanê de di dest Koreya Bakûr de çekên nukleerî hene. Çîn bû hêzeke sûper a Asyayê û hewl dide dawî li hebûna DYA`yê ya li Okyanûsa Pasîfîk bîne. Vladîmîr Pûtîn roketên Rûsyayê dide modernîzekirin û gemî û balafirên rûsî ber bi hola deryayî ya NATO`yê ve dişîne.

    Êdî dawî li xebata mezin a Nîkson û Reygan a ji hev bidûrxistina Rûsya û Çînê hatîye. Niha Pekîn û Moskow li dijî DYA`yê hevalbendên hev in. Terorîstên ji ``El-Qaîde`` û ``Enîya Îslamî`` li Sûrîye, Lîbya, Iraq, Yemen, Nîjerya û Somalîyê bi serbestî tev digerin û nayêne cezakirin. Japonya li hember tehdîdên Koreya Bakûr û Çînê xwe çekdar dike. Lê, NATO tenê wek sihekê digere.

    Eger em Yekitîya Sovyetê nehesibînin, li gor daxuyanîyên hinek stratejîstan, tu welat bê şer neketine wê rewşê, ya DYA niha di nav de. Sedem jî gereke di nefsmezinî, îdeolojî, mîlîtanî û debengîyê de bêne lêgerîn``.

    Li gor sîyasetmedarê amerîkî, xeletîyên herî mezin li Rojhilata Navîn hatine kirin: ``DYA`yê Iraq û Afganistan dagir kir û dîktatorîya li Lîbyayê hilweşand. Di encamê de fanatîzma îslamî û şerê mezhebî yê di navbera şiî û sunnîyan de derkete holê.

    Aborîya DYA`yê êdî ne di wê astê de ye wek a sala 1992`yan. DYA gereke Rojhilata Ewrûpa û dewletên Baltîkê ji Rûsyayê, Koreya Başûr ji Koreya Bakûr, Japonya û Fîlîpînan ji Çînê `biparêze`. DYA bi awayeke bi pergal li Sûrîye û Iraqê cîhadîyan bombebaran dike, piştgirîyê dide şerê Erebistana Siûdî yê li Yemenê, leşkeran ber bi Kabûlê ve dişîne ku li dijî `Talîban`ê şer bikin. Eger konservant heta sala 2017`yan li Amerîkayê nebine desthilat, wê ji bo Kîyevê jî alîkarîya leşkerî û ber bi Îranê ve jî balafirên şer bêne şandin``.

    Patrîk Bûkenen di dawîya gotara xwe de destnîşan dike, ku ji sala 1992`yan ve gelek penaberên legal û nelegal ên ji welatên sêyemîn ên cîhanê hatine Amerîkayê û deynên neteweyî jî ji dahatîyên neteweyî gelek zêdetir bûne. Bi hezaran leşkerên amerîkî hatine kuştin û bi dehan hezaran jî birîndar bûne. Rewşa niha rewşeke gelek aloz e. Pêwistî bi sînordarkirinan heye.

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya amadeye ku roketên nûkleerî yên DYA li xaka xwe bicîbike
    Li DYA bernameya şopandina girseyî ya welatiyan tê sekinandin
    DYA li hember DAÎŞ`ê şer dike, lê DAÎŞ bi hêztir dibe
    DYA li Rojhilata Navîn li dû berjewendîyên xwe ye
    DYA bandora xwe ya li Rojhilata Navîn winda dike
    DYA: Rûsya dikare bi hêsanî zora sîstêma dijî moşekan a Ewropayê bibe
    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    Eksper: `DYA fehm kir ku pêwîstiya wê bi alîkariya Rûsyayê heye`
    Etîketan:
    Destêwerdan, Cîhan, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de