14:52 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Arseniy Yatsenyuk

    Gelo Kiyev di berdêla guherandina mercên vegerandina deynan de soza çi dide?

    © AP Photo/ Andrew Harnik
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    13 hezîranê li Waşîngtonê Konferansa Veberdêrî ya Ûkrayna û Amerîkayê bi rê ve biçe. Serokwezîrê Ûkraynayê Arseniy Yatsenyuk dibêje:`Li tevaya welêt proseya xwemalîkirinê destpê dike. Eger şîrketên DAY wê bîryarê bidin ku şîrketên dewletê yên Ûkraynayê bikirin, wê hewil bê dayîn, ku ewê di mercên zelal de bêne firotin`.

    Arseniy Yatsenyuk  û wezîrê fînansî ya Ûkraynayê Nataliya Yaresko  roja sêşemê bi serdanekî fermî gihîştin Waşîngtonê û li gel çendîn rayedarên payebilind, ku cîgirê wezîrê karên derve Tony Blinken, cîgirê serokê IMF Dawid Lipton û wezîrê fînansî Ceykob Lyu jî di nav wan de bûn, hevdîtin pêk anî.  

    Berê Ceykob Lyu amaje kiribû, ku Waşîngton dikare piştgirî bide bi guherandina mercên vegerandina deynên Ûkraynayê û da bû zanîn, ku divê ji bo jinûveavakirina wî welatî hemû aliyên têkildar fedekariyê bikin.

    Li DYA dan fehmkirin, ku divê mercên deynyên Ûkraynayê li deyndêrên taybet nayên guherandin. Roja sêşemê cîgirê serokê giştî yê IMF Dawid Lipton jî  heman nêrînê dupat kir. Wî da zanîn ku heta eger Ûkrayna li ber deyndêrên taybet defolt îlan bike jî, IMF dikare fînansekirina wî welatî bidomîne.

    Wezîrê Fînansî ya DYA di hevdîtina xwe de bîryara lûtkeya G7 a li ser dirêjkirina ambargoyên li hember Rûsyayê anî bîra Yatsenyuk û da zanîn, heta ku Rûsya hemû mercên rêkeftina Mînskê pêk neyîne, ambargo wê nayên rakirin.

    Yatsenyuk  jî, ji bal xwe ve da zanîn, ku `pirsgirêka Ûkraynayê yek ji giringtirîn mijarên civîna G7  a li Almanyayê bûye û weha pê de çû: `Sinyalên sîyasî pir cidî bûn, lê ji bilî wan, divê sînyalên fînansî, aborî û leşkerî jî hebin. Di civînê de kes gav paş de ne avêtiye`. 

    Serokwezîrê Ûkraynayê her weha bal kişand ser pêwîstiya pirsa dabînkirina Ûkraynayê bi çekên berevaniyê û weha axivî: `Çekên han ne tenê ji bo Ûkraynayê ne, ew ji bo berevanîkirina sînorên rojhilatî yên YE ne. Îro em berevaniya Ewrûpayê dikin`.  

     

    Bi heman mijarî:

    Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
    Ûkrayna deynê Rûsya tevlî lîsta jibo derfeta sekinandina danê kir
    Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
    Sêrgêy Şoygû: Ûkrayna di zincîra `şoreşên rengîn de` trajîdiyek pir mezine
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de