14:53 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Memorîala Jenosîda Ermenîyan a li Erîwanê

    Di têkilîyên Tirkîye û Brezîlyayê de `Kahûra Jenosîdê`

    © REUTERS/ David Mdzinarishvili
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Jenosîda ErmenîyanDi nav meseleyên Tirkîyeyê de ne yek ji meseleyên pêşîn e

    Senatoya Brezîlyayê bûyerên sala 1915`yan wek jenosîd nas kir û Tirkîyeyê bi îfadeya `Ew biryara di bin bandora lobîya Ermenîyan de hatî wergirtin nikare bûyerên dîrokî û normên hiquqî bigiherîne`` bertek nîşan da û balyozê xwe yê li Brezîlyayê Huseyîn Dîrîoz ji bo Enqereyê vexwend.

    Gelo têkilîyên Tirkîye û Brezîlyayê yên di wan salên dawîyê de pêş dikevin, wê çiqas ji wê biryarê bandordar bibin? Nenaskirina `Jenosîda Ermenîyan` di hola navneteweyî de ji bo Tirkîyeyê pirseke qiqas giring e?

    Rêvebirê Bernameyên Navneteweyî  û endamê rêvebir yê Înstîtûya Sîyaseta Derve Oktay Aksoy nêrînên xwe yên li ser wê mijarê bi Ajansa Nûçeyan Spûtnîkê re wisa parve kir:


    “Ez hêvî dikim ku têkilîyên Tirkîye û Brezîlyayê di asteke wisa de nebin ku bi biryarên bi wî awayî ve xerab bibin. Senato û parlamentoyên welatên cuda dema biryarên bi wî awayî didin, gereke wek nêrîna wan bête nirxandin. Nêrîna Tirkîyeyê jî wisa ye, ku pêwistî bi lêkolînkirina bûyerên di dema Yekemîn şerê Cîhanê de heye. Em wisa difikirin ku piştî wan lêkolînan gereke dîroknasên serbixwe biryarê bidin. Nêrîna Tirkîyeyê li ser wê yekê ye, ku armanc ne tunekirina komeke etnîkî bû. Ew bûyer di encamê pêvçûnan de derketine holê.

    Parlamenter û senatorên ji welatên cuda dikarin xwedî nêrînên cuda bin. Lê, ez bawer nakim ku di warê dîrokê de xwedî zanyarîyên berfireh bin. Bi taybet jî welatên dûr yên tenê di wan salên dawîyê de Tirkîyeyê re têkilîyên xwe pêşve dibin, nikarin dîroka wê ewqas kûr bizanibin. Elbet, me hêvî dikir, ku welatên wek Brezîlyayê biryarên bi wî awayî di bin bandora hinek koman de nede.

    Ji Brezîlyayê vexwendina balyoz, berteka Tirkîyeyê ya li ser wê biryarê ye. Ez hêvî dikim, ku senatorên brezîlyayî ji wê biryara Tirkîyeyê peyama pêwist wergirtibin. Ez her weha hêvî dikim, ku têkilîyên Tirkîye û Brezîlyayê ji ber wan bûyeran xerab nebin. Di encamê de, biryara senatoya Brezîlya û yan jî ya welateke din, ji bo Tirkîyeyê girêdêr nîne”.

    Şewirmendê berê yê serokwezîrê Tirkîyeyê Ahmed Davûdoglû, rojnamevan-nivîskar Etyen Mahçûpyan jî li ser wê mijarê wisa ragihand:

    “Pirsa jenosîda ermenîyan, pirseke lezgîn a Tirkîyeyê nîne. Di nav meseleyên Tirkîyeyê de ne yek ji meseleyên pêşîn e. Tirkîye dema rast bi bûyerên wisa tê, bi mantiqa netewe-dewletê tev digere û bi wî awayî bersîvê dide. Tirkîye anegorê amedebûna civaka xwe tev digere. Ango, li Tirkîyeyê ew mesele nû tê nîqaşkirin û famkirin. Tirkîye nû tê digihije ku dîroka xwe ya ji destpêka sedsala 20`an heta niha nikarîye vebije. Her weha Tirkîye naxwaze dîroka xwe ji bîyanîyan hîn bibe”. 
      

    Etîketan:
    Tirkîye, Brezîlya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de