03:47 23 Tîrmeh 2017
Zindî
    DYA Kapîtolî Waşîngton

    Mala Spî dihesibîne ku gereke li YE`yê qurbanîyên ambargoyan hebin

    © Sputnik/ Igor Mikhalev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Waşîngtonê di destpîkê de li ser sepandina ambargoyên li dijî Rûsyayê israr dikir û niha jî behsa zîyana YE`yê ya ji wan abmargoyan dike

    Sepandina amabargoyan kareke sosret e. Ambargo li ser Rûsyayê têne sepandin, lê Ewrûpa zîyanê dibîne. Press-sekreterê Mala Spî daxuyanîyeke sansasyonel da: ``Sepandina ambargoyan ji YE`yê daxwazîya qurbanîyan dike``. Rûsyayê ji destpêkê de jî ragihand, ku têkilîyên YE û Moskowê yên aborî ji yên DYA û YE`yê zêdetir in û ji ber wê yekê jî wê Ewrûpa zîyanê bibîne. Di encamê de Ewrûpa ji zîyankêşîya xwe hesîya. Waşîngton jî tenê niha bi wê yekê ve têkildar dibe. Lê, derengî ji bêtevgerîyê çêtir e. Ew yêk wê bibe ecemîtî, eger wisa bifikirin, ku Waşîngtonê ji destpêkê de hisabê wê yekê nekiribû.

    Têkilîyên Rûsya û Ewrûpayê
    © Sputnik/ Vladimir Sergeev

    Di wan demên dawîyê de karmendên amerîkî zêdetir behsa zîyana Ewrûpayê ya ji ambargoyên li dijî Rûsyayê dikin. Ji alîyekê ve CIA radigihîne ku gereke Waşîngtonê di nav karên dewletên bîyanî de destêwerdanî nekiriba û ji alîyekê jî senatorên amerîkî êdî westîyane behsa xeletîyên sîyasî û kuştina kesên sivîl bikin. Demeke nêz de êdî wê ji tu kesî şerim nekin û bi awayeke vekirî bibêjin, ku armanca wan lawazkirina Rûsya û YE`yê bû. 

    Waşîngtonê di destpîkê de li ser sepandina ambargoyên li dijî Rûsyayê israr dikir û niha jî behsa zîyana YE`yê ya ji wan abmargoyan dike. Ew yek wê bi mantiqî baya, eger YE`yê ji DYA`yê daxwaza alîkarîyê bikira. Ewrûpa ji encamên ambargoyan bi zîyanê ket, lê nikare ji tu alîyan daxwaza alîkarîyê bike. Ewrûpî bi wê helwesta xwe ve neçar in ku ji bo berjewendî û armancên bîyanîyan zîyankêşîyê berdewam bikin.

    Bi heman mijarî:

    Serdana Kerrî: Hewldana başkirina tekiliyen Rûsya u DYA`ye
    DYA hêvî dike ku bi Rûsyayê re li hev bike
    Zanyarên amerîkî: `DYA êdî ne welateke demokratîk e`
    Pûtîn: DYA bêtir ji me çekan li Rojhilata Navîn difroşe
    Di şerê înformasyonî de DYA li ber Rûsyayê têk diçe
    Etîketan:
    YE, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de