16:15 14 Kanûn 2017
Zindî
    Nirxê petrolê

    Rûsya wê nefta Îranê bikire

    © AP Photo/ Eric Gay
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rûsyayê li dijî Îranê biryara sepandina ambargoyan nedaye û bazirganên rûs bi hêsanî dikarin jı İranê neftê bıkırın

    Wezîrê enerjîyê yê Rûsyayê Aleksandr Novak ji ``Înterfaks``ê re ragihand, ku kompanyayên Rûsyayê bi operasyonên kirîna nefta îranê ve mijûl dibin. Novak got: ``Di çarçoveyên memorandûmên me yên berfirehkirina hevkarîya bazirganî-aborîyê de Îran wê neftê bifroşe me û li dewsa wê ji Rûsyayê eşyayan bikire. Nefta ji Îranê tê kirîn wê li Rûsyayê nayê firotin``.

    Derbarê wê mijarê de di nav hefteya borî de Bloomberg û wezîrê enerjîyê ya Îranê Bîjan Namdar Zangane ragihandibûn.  Wezîrê îranî destnîşankir ku Rûsya rojane wê 500 hezar bermîlên neftê ji Îranê bikire. Îran jî wê ji Rûsyayê genim û berhemên petrolê bikire. Li gor gotinên wezîr, Belarûsya û Kazaxistan dikarin nefta Îranê bistînin. Berî niha balyozê Îranê yê Rûsyayê Mehdî Sanaî ragihandibû, ku baresteya projeyên hevbeş li dora 70 milyar dolaran e.

    Gotûbêjkirina kirîna nefta ji Îranê bi awayeke nepenî dihatin derbazkirin. Heta daxuyanîya Aleksandr Novak, ji wezareta enerjîyê ya Rûsyayê di wê derbareyê de zêde zanyarî ne dihatin dayîn. Li gor gotinên çavkanîyên rojnameya ``Kommersant``ê, guftûgoyên li ser wê mijarê ji sala 2014`yan ve têne derbazkirin. Rûsya bi xwe nefta Îranê nastîne. Neft wê ji alîyê kompanîya bi girêdayî wezareta enerjîyê ve bête sitandin.

    Niha li ser nefta Îranê ambargoyên navneteweyî têne sepandin, lê Çîn bi tevî wan ambargoyan jî, ji Îranê neftê dikire. Rûsya di wî warî de zêde çalak nîne. Mehdî Sanaî dibêje, ku veberdêrên rûs li ser nefta Îranê zêde balkêş nînin, lê pêşbazên wan ên çînî, hindî û ewrûpî gelek zêde hewl didin, ku ji nefta Îranê sûdê werbigrin.

    Aleksandr Novak roja duşemê ragihand, ku bi tevî ambargoyan jî wê ji Îranê neft bête kirîn, ji ber ku Rûsyayê li dijî Îranê biryara sepandina ambargoyan nedaye û bazirganên rûs bi hêsanî dikarin bi wî karî ve mijûl bibin. Bîjan Namdar Zangane di civîna li OPEK`ê ya hefteya borî de ragihand, ku piştî rakirina sînordarkirina firotina nefta Îranê, barestaya nefta eksportê rojane wê 500 bermîl bête zêdekirin û piştî çend mehên din ew bareste wê bigihije 1 milyon bermîlan.

    Ji Sberbank Investment Research`ê Valerîy Nesterov ragihand, ku eger bi rastî jî Rûsya nefta Îranê ji welatên din re bifroşe, wê ji hilberînerên din re bibe alîkar ku bikaribin pêşbazîyê bikin. Sînordarkirina li ser neft û gaza Îranê bêne rakirin, ewê bi Rûsyayê re pêşbazîyê bike. Ji ber sedemê ya baş ew e, ku dest bi sazkirina têkilîyên partnerîyê bête kirin.

    Bi heman mijarî:

    Novak: Rûsya dixwaze erkên Kiyêv di rêkeftina nuh ya derbarê gaze de bên tomarkirin
    Moskow sînordarkirna çûn û hatina nûnerê herdemî yê Rûsya bo Parlamentoya Ewropayê re şirovekir
    Rûsya û Çîn destbi sazkirna teknolojiya gerdûnî ya yekbûyî kirin
    Hevkarîya Nukleerî ya Rûsya û Îranê: Bûşer-2
    Etîketan:
    Îran, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de