11:40 18 Tebax 2017
Zindî
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    Projeyên ji alîyê AKP`ê ve hatinî destpêkirin, wê ji alîyê koalîsyonê ve bêne berdewamkirin?

    © AFP 2017/ Arşiv
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Di maweya 45 rojan de wê hemû rê û rêbaz bêne ceribandin, ku hikûmet bête damezrandin

    Hilbijartinên parlamentoyê yên li Tirkîyeyê bi serkeftina AKP`ê ve bi dawî bûn. Lê, AKP bi tevî wê serkeftinê jî piranîya li parlamentoyê winda kir û niha ji bo damezrandina hikûmetê hewceyê koalîsyonê ye. Lê, eger koalîsyon neyê damezrandin, wê parlamento bête fesihkirin û hilbijartinên pêşwext bêne lidarxistin.

    Piştî windakirina desthilata teqez gelo di sîyaseta navxwe û derve ya Tirkîyeyê de wê guhertinên çawa pêk pên? Çarenûsa projeyên berê yên ji alîyê AKP`ê ve hatinî destpêkirin, wê çawa bin? Seroka beşa têkilîyên navneteweyî ya Zanîngeya Ûfûk a Enqereyê Oya Gonenc di wê derbareyê de wisa ragihand:

    PKK-Murat Karayilan - KCK
    AFP / MUSTAFA ÖZER (2009)

    “Wek tê zanîn, bi tevî bidestxistina zêdetirîn dengan jî, AKP`ê nikarî piranîya li parlamentoyê ya ji bo damezrandina hikûmetê bi dest bixe. Elbet, ew rewşeke ne hêsan e. Ji ber ku êdî pêwistî bi koalîsyonê heye. Ew yek jî ne dîyar e, ka koalîsyon wê çiqas berhemdar be û wê çiqas berdewam bike. AKP di hilbijartinê de piranîya dengan bi dest xist, lê baresteya bilind a dengên berê winda kir. Ji ber wê di asoyê de koalîsyon xuya dibe.

    Eger di maweya 45 rojan de hikûmet neyê damezrandin, wê biryara hilbijartinên pêşwezt bête wergirtin. Di maweya 45 rojan de wê hemû rê û rêbaz bêne ceribandin, ku hikûmet bête damezrandin. Piranîya eksperan li ser wê nêrînê ne ku koalîsyona bête damezrandin wê koalîsyoneke temenkurt be û ez jî wisa difikirim.

    Di maweya 45 rojên li pêş de wê hewl bêne dayîn ku koalîsyon bête damezrandin. Piştî wê yekê wê biryar bête dayîn ka gereke çi bête kirin. Yan wê hikûmeteke mutebaqata neteweyî bête damezrandin û yan jî wê biryara lidarxistina hilbijartinên pêşwext bête dayîn. Malîyeta lidarxistina hilbijartinan gelek bilind e û encam jî dikarin ne baş bin. Ji ber wê yekê, ez lidarxistina hilbijartinên pêşwext wek ihtimaleke lawaz dibînim.

    Li ser projeyên ji alîyê AKP`ê ve hatinî destpêkirin jî dikarim bêjim, ku gelek projeyên bi sîyaseta navxwe û derve re têkildar wê bixitimin. Ji bo nimûne, Partîya Tevgera Neteweperest (MHP)  li dijî projeya çareserkirina pirsa kurd e. MHP wê projeyê wek perçebûna Tirkîyeyê dinirxîne. Ango MHP dibêje ku ``Eger ez bibime desthilat, ezê wê pêvajoyê bidime rawestandin``. Lê, ew 30-40 salin tenê niha bi berfirehî pirsa kurd tê nîqaşkirin. Rawestandina wê pêvajoyê wê karekeke ne baş be. Hem li hundir û hem jî li derveyê welêt hinek derdor li dijî çareserkirina pirsa kurd in. Wateya wê jî ew e, ku pêşeroja wan projeyên bi wî awayî di xeterîyê de ye. Niha AKP wisa difikire: ``Eger ez koalîsyonê çêbikim, wan projeyan nikarim dabîn bikim, eger ez li derveyê koalîsyonê bimînim, çarenûsa wan projeyan wê çi be? Em ne layengirên rawestandina wan projeyan in. Ji ber ku projeyên sûdmend in. Ew proje wê pêşîya geşedana Tirkîyeyê vekin, lê dixwazim destnîşan bikim, ku gelek hêzên bîyanî naxwazin ku Tirkîye pêş bikeve û ji ber wê jî alîkarîya partîyên muxalif dikin. Ji ber wan sedeman ew problem dikarin li hundir jî li derve jî berdewam bikin”.

    Bi heman mijarî:

    Sebrî Ozdemîr: `Hilbijartin çiqas nêz dibe, qirêjiya AKP bêhtir derdikeve holê`
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    Etîketan:
    Hılbıjartın, Tırkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de