14:38 23 Sibat 2017
Zindî
    Logo FIFA

    Nûnerê FIFA: dibe ku Rûsya û Qatar ji mafê birêvebirna qehremaniya cîhanê a futbolê parbibin

    © AFP 2016/ MICHAEL BUHOLZER
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 210

    Nûnerê serbixwe yê komîta FIFA jibo kontrolê, Domeniko Skala di hevpeyvîna xwe bi rojnema swêsrî SonntagsZeitung re ragihand ku dibe ku Rûsya û Qatar ji mafê birêvebirna qehremaniya cîhanê a futbolê bên bê parkirin.

    Ev yek piştî ku isbat bibe ku herdû welatan bi bertîlan mafê birêvebirna qehremaniyê wergirtine.

    Skala got ku `heger zelal bibe ku Qatar û Rûsya tenê bi saya kirîna dengan mafê birêvebirna qehremaniya cîhanê wergirtine, dengdan wê wek ne rast bê danpêdan kirin. Lê heta niha behsa zelalbûnek wisa nayê kirin`.

    Nivîsgeha Lêkolînê a Amerîkayê FBI heta çend heftiyên dawîn derbarê pirsên girêdayî bi qehremaniya cîhanê 2018-2022 a futbolê dixebitî. Girtina ku berya kongreyê FIFA li bajarê Swêsrayê-Ziyorixê pêkhat bi gendeliya di rêxistinê de girêdayî bû. Lê ajansa Reuters heftiya borî li ser asasê çavkaniyek ji FBI ragihand ku herdû qehremaniyên futbolê yên bên jî bûne mijara balkişandinê ji aliyê FBI ve. Serokê komela futbolê a Brîtanyayê hink' derengtir ev nûçe dûpatkir.

    Bi heman mijarî:

    Endamê berê yê FIFA li bertîlan mikur hat
    Gazprom`ê wê peymana bi FIFA`yê re betal nake
    Hilbijartinên serokê FIFA: Blatter jibo 5-mîn car, an şans yê mîrê Urdinê ye
    Platini bang kir jibo di hilbijartinên FIFA de piştgirtiya Al-Huseyn bê kirin
    Pûtîn derbarê hetîketiya di FIFA de: Amerîka hewldide jibo Blatter dîsa neyê hilbijartin
    Etîketan:
    Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de