20:50 18 Mijdar 2017
Zindî
    Avahiya Kongreyê Amerîkayê li Waşingtonê

    Çapemeniya Kanadî: `DYA şopa Hîtler û Napolyonê dajo`

    © Fotolia/ trekandphoto
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Çapemeniya kanadî diivîse ku DYA bi retorîka xwe ya derewîn û manewreyên xwe yên leşkerî yên bê dawî hewil dide ku Moskowê bikşîne nav pevçûnekî leşkerî. Rojnamevanên kanadî bi bîr tînin, ku divê Waşîngton ji bîr neke, ka hewlên dagirkirina Rûsyayê çawa bi dawî bû.

    22 hezîranê sala 1941-ê Hîtlerê dest bi pêkanîna qperasyona `Barbarossa` kir, ku li dijî Yekîtiya Sovyetê hatibû plankirin.  Li gor nêrîna şîrovekar Stiven Lendman, xuyaye, ev yek îstîlayeike herî mezin bû. Hewlên furer ên dagirkirina Yekîtiya Sovyetê û kolekirina hemû şêniyên wê, têk çûn. Eynî wek planên Napoleon, ên 130 sal berê wî. Lendman di gotara xwe de li ser rûpelên  Global Research hatiye weşandin, pirsekî retorîkê dide: `Gelo dibe ku Waşîngton dixwaze şaşiyên wan dubare bike?`

    Li gor nêrîna şîrovekar, dijmintiya li hember Rûsyayê pir aşkere ye û ev yek mirovê ditirsîne.  Ledamn tekez dike ku manewreyên leşkerî yên NATO û DYA yên li ber deriyên Rûsyayê provokasyon in. Yek ji wan manewreyan jî Baltops-15 ye, ku ji bilî 14 endamên NATO`yê, dewletên mîna  Fînlandiya, Gurcistan û Swed jî tê de beşdarî dikin. 

    Rojnamevan tekez dike ku manewreyên bi serkêşiya DYA  li ber sînorên Rûsyayê, amadekariya şer e. Rexneyên neberpirsiyarane yên li hember Rûsyayê jî qerebalixa `derewa mezin` e. 

    Ji bo derewên bi wê rengî ji nûnera wezareta karên derve ya DYA Mary Harf re pere tê dayîn.  Ew jî, bêyî ku di destê wê de îsbat hebin, tekez dike ku `Berpirsiyara bûyerên ku li Ûkraynayê diqewimin, Rûsya ye`.  Ledman dibêje, Harf çendîn car ji ber sucên leşkerî yên Kiyêvê, ku her roj diqewimin, şervanên Donbasê tawanbar kiriye.  Herçend, li gorî nêrîna rojnamevan, sucên han `êrîşkariya vekirî ye, ku bi piştgiriyeke rasterast a DYA têne pêkanîn`.

    Di heman demê de şîrovegr amaje dike ku Rûsya li parzemîna Ewrûpayê yekane parazvana aştiyê ye. Lê belê Amerîka û ajanên wê yên li Kiyevê şer dixwazin. 

    Mesrefên berevaniyê yên endamên NATO`yê  deh caran ji budceya Rûsyayê zêdetir in.  Waşînngton, tevî hişyariyên Rûsyayê,  bicihkirina sîstma Mertala Moşekan didomne. Ûkrayna li cîhanî wekî nuqteya germ a herî metirsîdar  dimîne. 

    Waşîngton dixwaze Pûtîn ji desthilatê daxe û rejîma Rûsyayê biguherîne.  Ew dixwaze ku li şûna dewleteke serwer, kûklayên rojavayî bibin desthilat. Di dawiyê de Stîven Lendman tekez dike, ku bi vê cureyî desthilata DYA bi awayekî bêaqilî  mercên ji bo Sêyemîn Şerê Cîhanê amade dike. 


    Bi heman mijarî:

    DYA: Rûsya dikare bi hêsanî zora sîstêma dijî moşekan a Ewropayê bibe
    Eksper: `DYA fehm kir ku pêwîstiya wê bi alîkariya Rûsyayê heye`
    Serdana Kerrî: Hewldana başkirina tekiliyen Rûsya u DYA`ye
    DYA hêvî dike ku bi Rûsyayê re li hev bike
    Mafparêzên amerîkî: Desthilata DYA`yê li hember nîjadperestîyê bêdeng e
    Pûtîn: DYA bêtir ji me çekan li Rojhilata Navîn difroşe
    Di şerê înformasyonî de DYA li ber Rûsyayê têk diçe
    Etîketan:
    Rûsya, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de