20:36 12 Kanûn 2017
Zindî
    Pevçûna di navbera pêşandêrên dijê G7 li gel polîsê, Bawaria, Almanya

    G7 bê Rûsya civiya

    © REUTERS/ Wolfgang Rattay
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Civîna lîderên dewletên pêşeng ên cîhanê — `Koma Heftan` di maweya 16 salan de cara pêşîn e ku îsal bêyî Rûsya û bi protestoyên diijberên G7 birêve diçe.

    Rojek beriya destpêbûna lûtkeya G7-an  a li Almanyayê li bajarokê Garmîş-Partenkîrxên, polîsê mudaxeleya xwepêaşandanan kir û  di necamê de bêhtir ji 100 xwepêşandêr birîndar bûn. Ev agahî ji aliya nûnerê fermî yê rêxistina SPOT G7 ve hat ragihandin.

    `Koma Heftan` sala 1998-ê bi tevlêbûna Rûsyayê bû G8, lê belê Moskow ji zû de tevli gotûbêjên wê komê dibû. Rûsya, ji ber bûyerên Ûkraynayê, ji beşdariya G7 hat bidûrxistin. Lê tevî vê yekê, beriya destpêbûna lîtkeya `Koma Heftan`, serokwezîra Almanyayê Angela Merkel  di hevpeyvîna xwe de li gel `Deutsche Welle` tekez kir, tevî ku Rûsya beşdarî G7-an nake jî, di formatên din de Rûsya ji bo çareserkirina krîzên navneteweyî, her wekî partnereke giring dimîne.  Merkel bi bîr anî ku tunekirina çekên kîmyewî yên Sûriyeyê bi alîkariya Rûsyayê pêk hat.  

    Vê gavê di nava `Koma Heftan` de Almanya, DYA, Kanada, Japonya, Fransa, Brîtanya û Îtalya cih digrin. Lê belê, li gorî gotinên wezîrê karên derve yê Almanyayê Frank-Walter Ştanyenmayer, Berlîn dixwaze ku di zûtirîn demê de careke din vegerin ser formata `Koma Heştan`, ji ber ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên  li Sûriye, Îraq û Lîbyaê, her weha pirsgirêka bernameya nukleerî ya Îranê pêwîstiya G7-an  bi alîkariya Rûsyayê heye.

    Di rojeva lûtkeyê de, ku wê du rojan bikşîne, mijarên mîna aborî, avhewa, sîyaseta ewlekariyê û tenduristî   bêne gotûbêjkirin. Konflîkta di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, rewşa Rojhilata Navîn, Îran û Afrîkayê, her weha ewlekariya derya Başûrê Çînê jî wê di navenda baldariyê de bin. Tê payîn ku di encamnameya lûtkeyê de amaje bi rewşa Ûkrynayê jî bê kirin. 

    Hêjayê bi gotinê ye ku mijara skandala cesûsuyê, ku piraniya şêniyên ewrûpayê endîşedar dike, wê di civîna G7-an de nayê rojevê.  Li gorî agahiya çapemeniya Almanyayê, Servîsa Ewlekariya Neteweyî (NSA) ya DYA di maweya çendîn salan de ji bo şopandina sîyasetmedarên Fransa, Awistrya, her weha mezintirîn şîrketên Ewrûpayê, derfetên teknîkî yên îstîxbarata Almanyayê bikar anîye. Lê belê li gorê nêrîna çavdêrên sîyasî, mijara han wê di hevdîtina dualî yên Merkel û Obama de bê rojevê. Serokê fraksiyona Partiya Çep a parlamentoya Almanyayê Gregor Gizi ragihand, ku divê di civîna G7-an de Angela Merkel di çarçoveya gotûbêjên li gel Barak Obama de guşar li ser wî bike, da ku îstîxbarata Amerîkî li erdê Almanyayê dev ji şopandinên xwe berde. Herçend, wekî Gîzî dibêje, ji bo vê yekê cesareta Merkel têrê nake. 

    Di xwepêşandanên protestoyî de, ku li hember civîna G7 têne lidarxistin, herî zêde diruşmên  li dijî peymana transatlas a     di navbera DYA û YE de û her weha ji bo bidawîanîna pevçûnên leşkerî têne avêtin.   

    Etîketan:
    Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de