13:10 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Avahiya Kongreyê Amerîkayê li Waşingtonê

    Li Senatoyê Amerîkayê hat pêşniyarkirin ku çek ji Ûkraynê re bên şandin

    © Fotolia/ trekandphoto
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Di malpera taybet a dîwana pîrmendan a Kongreyê Amerîkayê de hat ragihandin ku senatorê Amerîkayê Rob Portman pêşniyarî dîwanê kirye jibo budça leşkerî ya sala 2016-an bê zêdekirin. Li gor vê pêşniyariyê, jibo şandina çekan ji Ûkraynê re, budçe bi $60 milyon bê zêdekirin.

    Portman pêşniyardike ku `radarên dijî topavêjan, çekên bergiriyê yên kujer, balafirên bê pîlot û hêla komunîkasiyonê ya parastî` ji Ûkraynê re bên şandin.

    Ji bilî wê, Portman pêşniyardike ku zanyarî di rêjîma on line de ji Kiyêv re bên pêşkêşkirin, her wiha, tedrîbatên leşkerî ji hêzên Ûkraynê re bên birêvebirin.

    Her wiha, senator pêşniyardike ku ezmûna çalakiyên leşkerî li rojhilatê Ûkraynê bê şirovekirin jibo baştir leşkerên amerîkî bên amadekirin û ev ezmûn bi welatên NATOyê re bê parvekirin. Portman bibawere ku ev yek wê bihêle  `sûd ji konfilîktê bê wergirtin û encamên wê jibo hêzên Amerîkayê bên lêkolînkirin`.

    Berya demekê hat ragihandin ku îdara serokê Amerîkayê cîbecîkirna moşekên bejî  li Ewropayê vedinêre.

    Bi heman mijarî:

    Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
    Ûkrayna deynê Rûsya tevlî lîsta jibo derfeta sekinandina danê kir
    Ûkrayna avakirna dîwarê li ber Sînorê bi Rûsyayê re berdewamdike
    Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
    Ûkrayna nema nirxê elektrîka Rûsyayê li Donbasê dide
    Li Brukselê hevdîtinaên di navbera Ûkrayna û YE de destpê dikin
    Sêrgêy Şoygû: Ûkrayna di zincîra `şoreşên rengîn de` trajîdiyek pir mezine
    Etîketan:
    Ûkrayna, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de