13:57 28 Tîrmeh 2017
Zindî
    Bakteriya antraks

    Pentagon: bêtir ji 50 tomargehên li Amerîkayê û 3 welatên din antraks wergirtine

    © Flickr/ ZEISS Microscopy
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Ajansa RIA Novostî ragihand ku bêtir ji 50 tomargehên li 17 wilayetên Amerîkayê û 3 welatên biyanî nimûnên zindî yên antraksê wergirtine.

    Wek nûnerên Pentagonê dibêjin, bêtir ji 30 kesî piştî kontakta bi bakteriya metirsdar re di karatînan de ne.

    Hinek ajansan berya demekê ragihandin ku leşkerên Amerîkayê bi şaşî bakteriyên zindî yên antraksê, ne tanê jibo Awistralya û Korya Başûr, lê ji Pentagon bi xwe re jî bişînin.

    Roja sêşemê hat ragihandin ku bakteriyên zindî yên antraksê bi şaşî ji Amerîkayê bo kanadayê hatine şandin.

    Em bibîrtînin ku dawiya meha Gulanê leşkerên amerîkî bi şaşî bakteriyên zindî yên antraksê ji obyektên xwe yên li ewilayetên cuda re şandin. Ji dêvla vîrûsên zindî dihat plankirin ku bakteriyên ne aktîv û bê zirar  jibo ezmûnan li tomargehan bişînin, lê bi şaşî yên zindî şandin. Yek ji ezmûnan bi taybetî li navenda hêzên hewayî yên Amerîka Osan li Korya başûr ket. Her wiha vîrûsên zindî gihiştin Awistralyayê jî.

    Bi heman mijarî:

    Pentagon li kuştina zarokan mikur hat
    PENTAGON- Barzanî ligel wezîr û berpirsên Artêşê civiya
    Pentagon- Erdê DAIŞ kêm bûye
    Etîketan:
    Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de