09:16 28 Nîsan 2017
Zindî
    Chuck Blazer

    Endamê berê FIFA li bertîlan mikur hat

    Bernd Kammerer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Sekretêrê giştî yê konfederasyona Futbolê a Bakur û Navenda Amerîkayê û welatên herêma Derya Karîbî û endamê berê yê birêvebirya komîta Navnetewî a Federasyona Futbolê (FIFA) Chuck Blazer ragihand ku ew û hevkarên wî jibo hilbijartina Afrîqya Başûr daku şampiyonata cîhanê a Futbolê sala 2010-an birêvebibe, bertîl wergirtine.

    Her weha, Blazer mikur hat ku wî jibo şampiyonata cîhanê ya sala 1998-an jî bertîl wergirt. Hêzên ewlekariyê yên Amerîkayê doza cinayî dijî fermanberên FIFA vekirne.

    Berya demekê hat diyarkirin ku ajansa saloxgêrî a Amerîkayê lêkolînê derbarê rewşa pêşkêşkirna mafê jibo birêvebirna şampiyonata cîhanê a futbolê li Rûsya û Qatarê birêvedibe.

    Her wiha, ji nav pirsên ku nivîsgeh vedinêre, birêvebirya FIFA ji aliyê serok Joseph Blatter ve ye jî.

    Blatter 2 Hezîranê biryar stend ku dev ji kar berde. Hilbijartina serokê nuh  yê FIFA wê di navbera mehên Çilya Pêşîn sala 2015-an û Adara sala 2016-an de lidarkeve. Heta wê demê Blatter wê bi erkên serokatiya rêxistinê rabe.

    Bi heman mijarî:

    Gazprom`ê wê peymana bi FIFA`yê re betal nake
    Hilbijartinên serokê FIFA: Blatter jibo 5-mîn car, an şans yê mîrê Urdinê ye
    Platini bang kir jibo di hilbijartinên FIFA de piştgirtiya Al-Huseyn bê kirin
    Pûtîn derbarê hetîketiya di FIFA de: Amerîka hewldide jibo Blatter dîsa neyê hilbijartin
    Etîketan:
    Komara Afrîka Başûr, Cîhan, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de