09:15 28 Nîsan 2017
Zindî
    Keştiya NATO

    Sedemê li nêzê sînorên Rûsyayê çalakkirina manevrayên leşkerî çi ne?

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Armanca manevrayan ragihandina mesajên sîyasî ne

    Hêzên Deryayî yên DYA û Ûkraynayê li Derya Reş dest bi manevrayên leşkerî kirin. Her weha li Polonya û dewletên Baltîkê manevrayên NATO`yê yên bi navê Saber Strîk-2015`yan destpê kir. Di wan manevrayan de ji 3 welatan 6 hezar leşker beşdarîyê dikin.

    Ji bilî wan, manevrayên di mazûvanîya Tirkîyeyê ya bi Azerbaycan û Gurcistanê re ya bi navê ``Bazê Kavkazê`` destpê dike û heta roja 10`ê Hezîranê wê berdewam bike.
    Sedemê li nêzê sînorên Rûsyayê çalakkirina manevrayên leşkerî çi ne? Di manevrayan de li hember kîjan dijminê xeyalî re şer tê kirin?

    Ji serokerkanîya Tirkîyeyê tûggeneral Alî Er ji Ajansa Nûçeyan Spûtnîkê re di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Ew tiştên têne kirin ji bo aştîya cîhanê ne nîşanên baş in. NATO hewl dide nîşan bide ku li hember pêngavên Rûsyayê bêtevger namîne. Manevrayên li Derya Reş ji ber Peymana Montroyê ji alîyê Tirkîyeyê ji nêz ve têne şopandin. Tirkîyeyê heta niha destûr nedaye, ku li Derya Reş çalakîyên ji derveyê çarçoveya Peymana Montroyê bêne pêkanîn. Ez wisa difikirim, ku Tirkîye di pêşerojê de jî destûra wê yekê nade. Ji ber ku Eger Montro bête kunkirin, hegemonîya herêmî ya Tirkîyeyê wê zîyaneke mezin bibîne.

    Yekîneyên leşkerî di demên aştîyê de manevrayan li dar dixin. Armanca wan manevrayan ragihandina mesajên sîyasî ne. Ez hêvî dikim, ku hem Rûsya û hem jî NATO bi aştîyane tev bigerin, li hember mafên hegemonîyan rêzdar bin. Her manevraya tê pêkanîn, bi milyonan dolaran dibe mal. Ji bo nimûne li Derya Reş hinek karesat hene. Yek ji wan jî karesata penaberan e. Eger pereyên ji manevrayan re têne xerckirin, ji bo perwerdehîya hêzên deryayî bêne xerckirin, hem dikarin perwerdehîya xwe pêk bînin û hem jî dikarin pêşî li wan karesatan bigirin. Elbet tişteke xembar e, lê pêşeroj ber bi aştîyê ve naçe”.

    Bi heman mijarî:

    NATO potansîyela xwe ya leşkerî dide zêdekirin
    Tayland red kir ku Amerîka navenda xwe ya leşkerî li nîvgirava Pxuketê bicîbike
    YE`yê li Derya Spî dest bi operasyonên leşkerî dike
    Eksperê rûs: `Serbestiya leşkerî ya Japoniyayê wê gef ji cîhanê bixwe`
    Etîketan:
    Derya Reş, NATO, Tirkîye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de