00:43 26 Adar 2017
Zindî
    Avahiya Kongreyê Amerîkali Waşingtonê

    Senatê Amerîkayê zagona nuh ya derbarê danpeykirna welatiyan qebûlkir

    © Fotolia/ trekandphoto
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Ajansa Reuters radighîne ku Senatê Amerîkayê proja zagona derbarê kontrolkirna telekomunikasyona welatiyan qebûlkir.

    Ajansên saloxgêrî ji piştî 11 Îlonê sala 2001-ê ve dikarîbûn zanyariyên derbarê hemû girêdanan di rêya komunikasyonên elektronî de kombikin, lê ji 1 Hezîranê ve ev kar hat sekinandin.

    Di heman demê de, zagona nuh ya ku destûrê dide jibo danpeykirina welatiyan bê pêkanîn, jiber daxwaze senatorê komarî Rend Pola ne hat stendin û dengdana derbarê vê zagonê hat bipaşvexistin.

    Wek tê pêşnêrîn, piştî ku ev zagona nuh ji aliyê serok Barak Obama ve bê îmzekirin wê programa karê ajansên saloxgêriyê yê jibo kontrola komunikasyonan piştî hinek guhertinan bê vejandin.

    Li gor zagona nuh, piştî 6 mehan ajansên saloxgêriyê wê êdî zanyariyên giştî derbarê têkilyên telîfonî kom nekin. Tenê piştî wergirtina emir, ajansên saloxgêrî dikarin zanyariyên derbarê komunikasyonên welatiyan ji karmendên komunikasyonê wergirin. 


    Bi heman mijarî:

    Kongreyê DYA dixwaze çekan rasterast ji Hêzên Pêşmerge re bişîne
    Etîketan:
    Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de