10:08 24 Hezîran 2017
Zindî
    Angela Merkel

    Merkel ragihand ku rewşa li Qirmê yek ji problêmên herî zehmet li cîhanê ye

    © AP Photo/ Gero Breloer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Şêwirmenda Almanyayê angela Merkel ragihand ku serokwezîr û rêberên welatên-endamên G7 li samîta li Almanyayê wê ne tenê pirsên girêdayî bi `krîza diplomatic`, lê rewşa aborî li cîhanê, tedabîrên dijî terorê û tekoşîna bi nexweşiya Ebola re jî giftûgo bikin.

    Merkel di materyalê bisernavê `Çima samîta G7 gerek ji çarçova krîza diplomatic derkeve` ku di rojnema Globe and Mail de hatiye çapkirin nivîsî: ` Kê bawer dikir ku piştî 25 salan ji bidawîbûna şerê sar wê tevlêkirna Qirim sîstêma cîhanî a ewropî bixe cihê gumanê? An jî belavbûna nexweşiya Ebola li çend welatên Afrîqyayê wê astengyan li pêşya pêşveçûna wan welatan derxe? An jî ku rêxistina islamî a terorîstî wê li Rojhilata Navîn hewlbide jibo xwedêgiravî xalîfetê li xaka du welatan cîbecîbike? Ev pirs tevdê divê ji aliyê civaka navnetwî ve bên bersevdan.

    Her wiha, Merkel destnîşankir ku pirsên sereke yên din yên vê samîtê wê tekoşîna bi birçîbûnê û hejariyê, her wiha problêma guhertina hewayê bin. Ji bilî wê, wek Merkel dibêje, serokên welatên G 7 wê rewşa aborya cîhanî, pirsên ewledariyê li cihên pişekarî û mafê jinan jî giftûgobikin.

    Samîta welatên G7 7-8 Hezîranê li keleha Elmay li çiyayên Alpê yên Bavaryayê lidardikeve. 


    Bi heman mijarî:

    Gerhard Shreder: Ne vexwendina Pûtîn jibo samîta G7-şaştiye
    Heger Almanya lîsta çavdêriyên NSA belavbike, Obama di samîta G7 de beşdarnabe
    Etîketan:
    Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de