15:40 22 Mijdar 2017
Zindî
    Yekemin salvegera bi Rûsyayê re yekbûna Qirimê

    Qirim dikare bibe bajareke nukleerî

    © Sputnik/ Mihail Klimentyev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 901

    Eger pêwistî hebe, Rûsya dikare çekên nukleerî li Qirimê bi cih bike û ew mijar nikare bête nîqaşkirin

    Rêvebirê Departamenta Pirsên Belavnekirin û Kontrola Çekan a Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mîxaîl Ûlyanov ragihand, ku eger pêwistî hebe, Rûsya dikare çekên nukleerî li Qirimê bi cih bike û ew mijar nikare bête nîqaşkirin.

    Ew daxuyanî piştî daxuyanîya wezîrê karên derve yê Ûkraynayê Pavl Klîmkîn ya di civîna wezîrên welatên endamên NATO`yê ya li Antalyayê hatî lidarxistin hate ragihandin, ku gotibû: ``li Qirimê bi cihkirina çekên nukleerî wê bibe binpêkirineke gelek cidî ya peymanên navneteweyî, bi taybet jî Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî``.

    Wezîrê karên derve yê Ûkraynayê destnîşan kir, ku sînyalên ji alîyê Rûsyayê ve yên li Qirimê bi cihkirina çekên nukleerî jî wê wek binpêkirina peymanên navneteweyî bêne hesibandin û bang li civaka navneteweyî kir, ku `bertekên bi biryar` nîşan bidin.

    Sekreterê Civata Ewlekarî û Bergirîya Neteweyî ya Ûkraynayê Aleksandr Tûrşînov jî daxuyanîyên radîkal yên bi wê mijarê ve girêdayî dabûn û gotibû ku Rûsyayê li Qirimê çekên nukleerî yên êrişkar bi cih kirine. Li gor gotinên Tûrçînov, çekên nukleerî yên Rûsyayê ne tenê li ser Ûkraynayê lê her weha li ser Ewrûpayê jî tehdîdên mezin saz dike. Tûrçînov her weha daxwaz kir, ku sîstemên mertala moşekan yên amerîkî li Ûkraynayê bêne bi cihkirin.

    Di encamê de Waşîngton neçar ma û daxuyanîyeke wisa da: pirsa li Ûkraynayê bi cihkirina sîstemên mertala moşekan bi Kîyevê re ne hatîye gotûbêjkirin.

    Hêjayê bi destnîşankirinê ye, ku ji bilî Kîyevê, Rojava jî dihesibîne, ku Qirim ji alîyê Rûsyayê ve hatîye dagirkirin. Pozîsyona Moskowê jî tê zanîn: ``Qirim a me ye``.

    Rêvebirê Departamenta Pirsên Belavnekirin û Kontrola Çekan a Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mîxaîl Ûlyanov li ser daxuyanîya Pavl Klîmkîn a xwedêgirêvî Rûsyayê li Qirimê çekên nukleerî bi cih kirine got: ``Pirsa binpêkirina peymanên navneteweyî pirseke gelek balkêş e. Wek tê zanîn DYA`yê li Belçîka, Almanya, Îtalya, Hollanda û Tirkîyeyê çekên nukleerî bi cih kirine û li gor mantiqa wezîrê ûkraynî, ew yek rasterast binpêkirina peymanên navneteweyî ye.

    Niha Moskow ji tawanbarkirinên binpêkirina peymana navneteweyî ya belavnekirina çekên nukleerî zêdetir, li ser tehdîdên serokê Ûkraynayê Petro Poroşenko disekine ku gotibû, bedel çi dibe bila bibe, emê Qirimê vegerînin. Piştî wan tehdîdan, wezîrê bergirîyê yê Rûsyayê Sergey Şaygû ragihand, ku di dawîya sala 2014`yan de ji alîyê Wezareta Bergirîyê ya Rûsyayê ve li Qirimê 96 yekîneyên leşkerî hatin bi cih kirin û bi wî awayî parastina berjewendîyên neteweyî yên Rûsyayê hatine mîsogerkirin. Di wê derbareyê de tu gumana barêgeha giştî ya Rûsyayê tune ku eger di navbera Rûsya û Ûkraynayê de konflîkta leşkerî rû bide, pêwistî bi çekên nukleerî namîne.

    Moskow plan nake ku potansîyela xwe ya nukleerî bide zêdekirin. Mîxaîl Ûlyanov di dema konferansa çavdêrîyê ya li ser Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî  ya NY de got ku``Rûsya wê bi erkên xwe yên bi Peymana Çekên Erişkar ên Stratejîk ve pabend bimîne``. Lê, gelek faktorên negatîv hene ên ji alîyê DYA`yê ve derdikevin. Yek ji wan jî sîstema mertala moşekan a DYA`yê a li nêzê sînorên Rûsyayê ye.

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê îdayên li Qirimê hebûna çekên nukleerî şîrove nekir. Wek di nimûneya Îsraîlê de, ku derfetê nade tu kesî ku pozê xwe têxin di nav karên wê yên nukleerî. Bersîv yek e: eger li nîvgirava Qirimê çekên nukleerî bêne bi cihkirin,  çiqas pêwist be, wê ewqas bêne bi cihkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ûkrayna deynê Rûsya tevlî lîsta jibo derfeta sekinandina danê kir
    Ûkrayna avakirna dîwarê li ber Sînorê bi Rûsyayê re berdewamdike
    Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
    Ûkrayna nema nirxê elektrîka Rûsyayê li Donbasê dide
    Li Brukselê hevdîtinaên di navbera Ûkrayna û YE de destpê dikin
    Sêrgêy Şoygû: Ûkrayna di zincîra `şoreşên rengîn de` trajîdiyek pir mezine
    Etîketan:
    Ûkrayna, Rûsya, Qirim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de