16:08 29 Adar 2017
Zindî
    Serokê Federasyona navnetewî a Futbolê Joseph Blatter

    Gazprom`ê peymana bi FIFA`yê re betal nake

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Tevî ku Jozeph Blatter ji nû ve serokê FIFA`yê hat hilnbijartin, rêxistinên fûtbolê yên ewrûpî hê jî rexne li wî digrin û tekez dikin, ku wî krediya baweriya xwe êdî winda kiriye.

    Sîyasetmedar û fermanberên fûtbolê pêşniyara damezrandina rêxistineke nû ya navneteweyî ya fûtbolê dikin, ya ku bikaribe karbidestiya FIFA û Blatter derve bihêle. 

    Cîgirê serokê Parlamentoya Ewrûpayê Graf Lambsdorff  bang li yekîtiyên fûtbolê yên ewrûpî kirin, ku ji FIFA`yê derkevin û Federasyona Fûtbolê ya Cîhanê saz bikin. 

    Lambsdorff dibêje, `Giring nîne ka şampiyoniya cîhanê wê çawa bê binavkirin: Kûpa Cîhanê ya FIFA`yê, an jî Şampiyoniya  Cîhanê ya Federasyona Fûtbolê ya Cîhanê. Ya giring ew e ku  handêr dixwazin temaşe li maçên tîmên herî bihêz ên cîhanê di bin serperiştiya rêxistineke cidî de bikin.`

    Li gor nêrîna Lambsdorff, nakokî di wir de ye ku fûtbola herî bi qalîte û piraniya dirav li Ewrûpa û Amerîkayê ye, lê piraniya dengan di nava FIFA  de ji Asya û Afrîkayê re dimîne.  Ew tekez dike ku `Eger pênc klûbên pêşeng ên Ewrûpayê: Almanya, Îngîltere, Spanya, Fransa û Îtalya wê ragigîhînin ku ew amadene bibin bingeh ji bo Federasyona Fûtbolê ya Cîhanê, wê di nava demekî nêz de DYA û Japonya jî tevli wan bibin.  Û eger Arjantîn û Brezîlya jî, jê derkevin,  FIFA`yê Blatêr wê di warê aborî de îflas bike`. 

    Ji alîyekî din,  David Gill ê Brîtanî jî wergirtina postê di nava komîteya rêvebir a FIFA`yê  de red kir. Gill got: ` Skandalên erjeng ên dawî ez qanêh kirim, ku li gel rêveberiya îroyîn a FIFA`yê ez nikarim bibim endamê komîteya rêvebir.` Pêwîst bû ku serokê berê yê `Manchester United`ê  bibûya cîgirê serokê FIFA`yê. 

    Skandalên gendeliyê  bûn sedema nerazîbûna di nava şîrketên sponsorên FIFA de jî.  Û piraniya wan amadene ku peywendiyên xwe bi FIFA`yê re qut bikin.  Bo nimûne, mezintirîn operatorê  sencandinê Visa rexneyên giran li FIFA`yê girtin û bangawazî lê kir, ku di demekî nêz de hemû pirsgirêkan çareser bikin.

    Lê belê nûnerê fermî yê Gzproma Rûsî, ku di nav sponsorên serekî yên FIFA  de cih digre, tekez kir, ku bûyerên li dor vê rêxistina fûtbolê, wê ti karîgerî li ser peyamnên sponsorî yên bi FIFA`yê re nakin.  Hêjayê bi bîrxistinê ye, ku sala 2013-an serokê Gazpromê Aleksey Miller û Blatter peymanek îmze kir û Gazprom bû partnera fermî ya pêşbaziyên FIFA,  yên di sala 2015-2018-an de û Şampiyoniya Cîhanê ya sala 2018 jî di nav de. 

    Li gorî agahiya rojnameya brîtanî `Sunday Times`, wê di demekî nêz de neh karmendên FIFA`yê ji aliya polîsên Swîsre ve bêne lêpirsinkirin. Tê ragihandin, ku di lêpirsînê de behsa binpêkirinên di hilbijartina welatên mazûvan ên Şampiyoniya 2018  û Şampiyonioya 2022 de bê kirin.  

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hilbijartinên serokê FIFA: Blatter jibo 5-mîn car, an şans yê mîrê Urdinê ye
    Pûtîn derbarê hetîketiya di FIFA de: Amerîka hewldide jibo Blatter dîsa neyê hilbijartin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de