05:05 26 Nîsan 2017
Zindî
    Avahiya CIA

    Li DYA bernameya şopandina girseyî ya welatiyan sekinandin

    © REUTERS/ Larry Downing
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    `Qanûna Welatparêzî` ya Amerîkayê, ku derfetê şopandina hemwelatiyan dida hikumetê, şeva 31-ê gulanê ji meriyetê ket.

    31 gulanê di civîna Senatoyê de  li ser `Qanûna Azadiyê` gengeşiyên  pir germ hat meşandin. Belgeya han pêşbînî dikir ku  hin beş, an ku bernameya qanûneke din a bi navê `Qanûna Welatparêziyê`  bêne dirêjkirin. Bernameya navborî derfetê dide ku, zanyariyên li ser axaftinên telefonî yên welatiyên Amerîkî bi awayekî girseyî bêne komkirin.  Lê belê di encamê gengeşiyan de senator li ser dirêjkirina  maweya wê bernamê    li hev ne kir. 

    Niha bernameya casûsî ya ku ji aliya Ajansa Ewlekariya Neteweyî (NSA)  ve dihat birêvebirin,  heta ku bîryareke nû ya Senatoyê bê pejirandin, hatiye sekinandin. 

    Lê belê Senato prosseya dengdanê heta bi demekî ne diyar bi paş xist. 

    Hikumeta Barak Obama bang li Senatoyê kir, ku  di demekî kurt de careke din hemen qanûn gengeşî bike û ji nû ve bipejirîne. Di daxuyaniya Koşka Spî de weha tê gotin:

    `Em bang li Senato`yê dikin, bila wisa bike ku ew navbera bêmeriyetî ya qanûnê kêmtir bibe. Di van mercên giring ên ji bo ewlekariya neteweyî de, divê  hemû senator berjewendiyên partiyên xwe daynîn alîkî û bi lezûbez tev bigerin`. 

    `Qanûna Welatparêziyê`  sala 2001-ê,  piştî  çalakiyên 11 îlonê  hatibû pejirandin. Sala 2011 Barak Obama maweya sê bernameyên bingehîn ên qanûnê ji bo 4 salan  da dirêjkirin.

    Sala 2013-an hikumeta  Obama pêşniyara hin guhartinan li heman qanûnê kirin, da ku bernameya casûsiyê wek xwe bimîne, lê hin derfetên îstîxbaratê yên ji bo guhdarîkirina telefonan û înternetê bên  sînordarkirin.  Li dor vê proje-qanûnê li Senato`yê tekoşîneke sîyasî destpê kir.

    Piştî ku sala 2013-an karmendê  NSA û CIA`yê Edward Snowden hebûna bernameyên nepenî yên şopandina welatiyan aşkere kir, li hember qanûna han muxalefetekî  destpê bû.

    Erkê qanûn, bi formalîte: têkoşîna li hember terorê ye.  Bi taybetî jî li hemebr terorîstên cuda cuda, yên ku bi destpêşxeriya xwe tev digerin û aşkerekirina niyeta wan ji berê de ne mumkun e. 


    Bi heman mijarî:

    Zanyarên amerîkî: `DYA êdî ne welateke demokratîk e`
    DYA di şerê bi hakeran re têk diçe?
    Di şerê înformasyonî de DYA li ber Rûsyayê têk diçe
    Etîketan:
    DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de