13:55 28 Tîrmeh 2017
Zindî
    NATO

    NATO potansîyela xwe ya leşkerî dide zêdekirin

    © AP Photo/ Olivier Matthys
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    DYA mekanîzmayên NATO`yê wek navgînên ji xwe re destdayî bikar tîne û ji hevkarîya wekehev a Rûsya û NATO`yê re dibe asteng

    NATO bi awayeke çalak jimara hêzên xwe yên mudaxaleya lezgîn dide zêdekirin. Jimara wê hêzê ya 13 hezaran di demeke nêz de wê bigihije 30 hezaran. Li gor gotinên Sekreterê Giştî yê NATO`yê Yens Stoltenberg, sedema wê yekê ew e, ku rewşa ewlekarîya li Ewrûpayê ji nişka ve hate guhertin.

    Sekreterê Giştî ya NATO`yê li ser wê bawerîyê ye, ku dem êdî dema adeptebûna rîsk û tehdîdên nû ye. Famdarî ye ku Waşîngtonê hêj ji zû de Rûsya wek çavkanîya wan tehdîdan bi nav kirî ye. Moskow ji ber wan pêngavên NATO`yê nehedar e, ku komarên berê yên endamên Yekitîya Sovyetê jî di nav de, sînorên xwe ber bi Rojhilatê ve berfirehtir dike. Amerîka ew ne cara yekemîn e, ku hewl dide bi destê NATO`yê pirsên nîqaşbar çareser bike. Cîgirê rêvebirê ajansa analîz û înformasyonê ya Tavrînê ya Navenda Înstîtûya Lêkolînên Stratejîk Sergey Yermakov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “DYA mekanîzmayên NATO`yê wek navgînên ji xwe re destdayî bikar tîne û ji hevkarîya wekehev a Rûsya û NATO`yê re dibe asteng. Ew yek jî zîyanê digihîne Rûsya û welatên din ên li derveyê NATO`yê”.

    Gelek sîyasetzanên ewrûpî êdî ji ragihandina wê yekê westîyan: piştî şerê sar pêwistîya NATO`yê çi ye? Ji bo ku fînansekirina wê neyê birîn, dest bi lêgerîna tehdîdên nû kirin. Ji bo wan tehdîda nû Rûsya ye û krîza li Ûkraynayê jî ji bo spekûlasyonan gelek destdayî ye. Li ser hebûna hêzên mudaxaleya lezgîn jî gelek pirs hene. Pratîkê nîşan da, ku ew hêz ne di wê rewşê de ne ku qabîlîyeta xwe ya mudaxaleyên lezgîn ispat bikin. Tenê welatên Baltîkê ji hebûna wê hêzê razîne, ku her tim Rûsyayê wek tehdîd dibînin. Endamê Civata Sîyaseta Bergirî û Derve Aleksandr Mîxaylov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Îro gereke em bi awayeke xwînsar û hedar daxuyanîyên rêvebirên NATO`yê pêşwazî bikin. Ew me wek dijmin dibînin. Bila wisa be. Em hewl nadin ku bi zorê bibine hevalên wan. Îro potansîyela Rûsyayê ya bergirîyê gelek bilind e. Rewşa aborî jî di demên nêz de wê bête guhertin û ber bi başîyê ve biçe. Rêvebirên NATO`yê bila bi berdewamî me wek dijmin bi nav bikin û tedbîrên xwe bistînin. Lê, ez bi xwe tu problemên cidî nabînim. Ji ber ku îro di nav NATO`yê de gelek welatên ji hev cuda hene”.

    Cudahîya wan welatan di têkilîyên bi Rûsya û welatên NATO`yê de her diçe zêdetir dîyar dibe. Guşarên DYA`yê êdî wek berê li ser wan zêde bandorê nakin. Sergey Yermakov mijarê wisa berdewam dike:

    “Li ser pêşerojê dikarim bibêjim, ku ewrûpî êdî fam dikin, ku bêy Rûsyayê sazkirina mîmarîya ewlekarîya Ewrûpayê ne pêkan e. Ji ber wê yekê, nêrîna Rûsyayê wê bête berbiçavkirin. Pêwistî bi sazkirina mekanîzmayên nû tune ye: Civata Rûsya-NATO`yê li ser kaxez jî mabe, yek ji wan mekanîzmayan e. Ez wisa difikirim, ku bi encamên krîza Ûkraynayê ve girêdayî ew mekanîzma dikare bête zindîkirin û berhemdarkirin”. 
     Civîna wezîrên karên derve yên welatên endamên NATO`yê di meha Gulanê de hate lidarxistin û piştî civînê sînyalên gerim hatin şandin. Rojek berî wê civînê jî wezîrê karên derve yê DYA`yê Con Kerry li Soçîyê bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî. 

    Bi heman mijarî:

    Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
    Malxwê mala NATO`yê kê ye?
    Rûsya transîta barên leşkerî yên NATO jibo Afganistanê qutkir
    NATO stratejîya xwe diguherîne
    NATO biryar da ku leşkeran li Afganistanê bihêle
    NATO şerê DAIŞê gotûbêj dike
    Rola herêmî ya Tirkîyeyê bi têkilîyên Rûsya-NATO`yê ve girêdayî ye?
    Etîketan:
    NATO, Rûsya, Ewrûpa, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de