22:45 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Serbazê Ûkrayînî li ber alaên DYA û Ûkrayunayê de

    Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe

    © AFP 2017/ Yurko Dyachyshyn
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Nûnerê Wezareta Karên Derve yê Ûkraynayê Aleksey Makeyev ragihand, ku Ûkrayna nexwaze di demekî nêz de serî li endamtiya NATO`yê bide, lê ew xwe amade dike derbasî standartên heman hevpeymaniyê bibe.

    Beriya du rojan serokkomarê Ûkraynayê Petro Poroşenko Stratejiya nû ya Ewlekariya Neteweyî îmze kir.

    Projeya Stratejiya nû di destpêka meha nîsanî de ji aliya serokê Civata Ewlekarî û Berevaniya Neteweyî Aleksandr Tûrçînov ve hatibû pêşkêşkirin.  Tûrçîniov da zanîn ku Ûkrayna,  sîyaseta êrîşkar a Rûsyayê di nava gefên bingehîn  de dibîne.

     

    Di heman demê de sekreterê  Civata Ewlekarî ya Rûsyayê Nîkolay Patrûşev jî endîşeya aliya Rûsyayê anî ziman, ku Ûkrayna, sîyaseta Rûsyayê ji bo ewlekakriya xwe ya netewî wekî gefeke bingehîn binav dike û pêşaniya pêşveçûna xwe jî di endamtiya NATO de dibîne. 

    Ji aliyê din, buroya çapemeniyê ya serokê Ûkraynayê ragihand, ku heta sala 2020-an hêlên  esasî yên sîyaseta dewletê ya di warê ewlekariyê de  wê dabînkirina yekparetiya erdê welêt bibe (an ku vegerandina Qirimê û reentegrasyona Donbasê).   Hedefên nîhayî yên Stratejiyê jî, wekî dabînkirina entegrasyona Ûkraynayê bi YE re û amadekirina  mercên ji bo endamtiya NATO`yê hatin destnîşankirin. 

    Li gorî nêrîna rayedarên ûakrayînî, bi pêkanîna `nexşerêya` ber bi YE ve,  krîterên endamtiya NATO jî bêne bicih anîn.  Di heman demê de li gorî nêrîna Kiyevê, endamtiya NATO`yê hîn giringti e, lê pirsa endamtiya YE ne hedefeke bingehîn e.

    Ji aliyeke din, di hevdîtina serokê DYA Barak Obama û  sekreterê giştî yê NATO`yê Yens Stoltenberg   de  bîryar hat girtin ku pisporên rojavayî û analîstên NATO`yê ji bo pêkanîna   reformên pêwîst, alîkarî bi Kiyevê bidin.

    Li gorî agahiyên çapameniya amerîkî, Obama weha gotiye: `Emê di çarçoveya hevkariya bi NATO û Ûkrayna de, wê piştgiriya Ûkraynayayê bikin`. 

    Eksperên ûkrayînî tekez dikin ku sedema hevdîtina Obama û Stoltenberg, bîryara hinartina moşekên S-300 ên Rûsyayê bo Îranê bûye. 

    Eksperê leşkerî yê ûkrayînî, ku ne xwestiye navê wî bê aşkerekirin, ji rojnameya rûsî `Nezavîsîmaya gazeta` re li ser vê mijarê weha axiviye: `Ev lîstoka  tûreyan e û pêşbaziya di nabera DYA û Rûsya de ye. Girêdana pirsa Ûkraynayê jî di vir de tenê  ew e, ku bersiva vê pirsê ku gelo, Ûkrayna dewleteke serbi xwe ye an jî dûvelanga Rûsyayê ye, wê bibe koza di destê aliyekî, an jî aliyê din de. Berjewendiya Rûsyayê dest nade ku rewşa Donbasê aram bibe. DYA jî, ji ber berjewendiyên xwe neçar e ku alîkariya Ûkraynayê bike. Amerîka bi Rûsyayê nakeve nava pevçûneke rasterast, lê şîyana berevaniya Ûkraynayê xurtir dike û di heman demê de jî Kiyevê neçar dike ku reformên pêwîst  ên di warê aborî û sîyasî de pêk bîne`. 


    Bi heman mijarî:

    Ûkrayna deynê Rûsya tevlî lîsta jibo derfeta sekinandina danê kir
    Ûkrayna avakirna dîwarê li ber Sînorê bi Rûsyayê re berdewamdike
    Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
    Ûkrayna nema nirxê elektrîka Rûsyayê li Donbasê dide
    Li Brukselê hevdîtinaên di navbera Ûkrayna û YE de destpê dikin
    Sêrgêy Şoygû: Ûkrayna di zincîra `şoreşên rengîn de` trajîdiyek pir mezine
    Etîketan:
    Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de