11:19 22 Sibat 2017
Zindî
    Civata Ewlekarî ya NY

    Mîsyon dikare bête pêkanîn

    © AP Photo/ Frank Franklin II
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Armanca sereke ya xebatên aştîparêzîyê yên NY, pêşîlêgirtin û jiholêrakirina tehdîdên li ser aştîyê ne

    Rûsya endamê herdem ê NY ye û wateya wê jî ew e, ku ji bo parastina aştî û ewlekarîya cîhanê berpirsîyarîyeke mezin li ser milan e. Leşkerên Rûsyayê gelek caran bi tevî nûnerên welatên din gelek rageşîyên li cîhanê ji holê rakirin. Li Yûgoslavîya berê, li Afrîka û li gelek dewerên din ên cîhanê leşkerên Rûs mîsyona dabînkirina aştîyê pêk anîne û pêşî li karesatên mezin girtine. Xebata wan çavdêran jî gelek giring e, yên Rûsya di bin sîvana NY de ber bi Rojhilata Navîn, Sehraya Rojava, Sûdan û welatên din dişîne.

    Armanca sereke ya xebatên aştîparêzîyê yên NY pêşîlêgirtin û jiholêrakirina tehdîdên li ser aştîyê ne. Dabînkirina aştî û aramîyê her tim bi tedbîrên aborî û sîyasî ve nikarin bêne pêkanîn. Gelek caran pêwistî bi mudaxaleyên leşkerî jî çêdibin. Rûsya bi awayeke çalak di operasyonên aştîparêzîyê yên di bin sîvana NY de beşdarîyê dike û bi prensîba sereke ve pabend dimîne: biryara bikaranîn û fînansekirina operasyonên aştîparêzîyê gereke ji alîyê Civata Ewlekarîyê ya NY ve bête wergirtin. Lîderê Yekitîya Ciwanan a Ewrasyayê Aleksandr Bobdûnov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    "Berhemdarîya aştîparêzên me bi gelek faktoran ve girêdayî ye. Bi taybet jî bi faktorên sîyasî ve. Ji bo nimûne, statûya hêzên aştîparêz, rêvebirin û pêkanîna operasyonan. Dema Rûsyayê di bin sîvana Hevalbendîya Dewletên Serbixwe de, li Prîdnestrova, Abxazîya û Osetya Başûr bi serê xwe operasyonan pêk anîn, encam gelek serkeftî bûn. Ji bo nimûne, aştîparêzên Rûsyayê pêşî li mezinbûna konflîkta li Prednestoryayê girtin û ne hiştin vegere şereke mezin û demdirêj. Aştîparêzên Rûsyayê li Abxazya û Osetya Başûr jî bi awayeke serkeftî erkên xwe pêk anîn. Dema Gurcistanê êriş li wan komaran kir, Rûsyayê ji bilî aştîparêzan hêzên leşkerî jî bikar anî".

    Dîroka sala 2008`an nîşan dide, ku operasyonên aştîparêzîyê yên NY yên dabînkirina aştîyê û ji bo aştîyê neçarkirina welatên têkildar, ne her tim weke hev in. Lê, xebata ku Rûsya pêk tîne nîşan dide, ku çarçoveyên wan herdu aresteyan jî baş hatine kifşkirin. Rêvebirê Navenda Konjûktûrên Stratejîk Îvan Konovalov di wê derbareyê de wan zanyarîyan dide:

    "Rewşa Rûsya di nav de rewşeke gelek zehmet bû. Ji bo nimûne Operasyona li Osetya Başûr a sala 2008`an. Ew operasyona neçarkirina aştîyê bû û Rûsyayê şer da rawestandin. Dema em di operasyonên NY de jî beşdarîyê dikin, bi piranî di asta çavdêrîyê de dimînin. Niha tenê li Prîdnestrovayê hêzên me hene. Eger em ji wê derê derkevin, wê şer destpê bike".

    Endamê Komeleya Sîyasetzanên Leşkerî Aleksandr Perencîyev jî li ser wê mijarê wisa ragihand:

    "Rûsya gelek hewl dide, ku mîsyona wê ya aştîparêzîyê berhemdar be û aştî û aramîyê dabîn bike. Ji bo nimûne, ji ber tevgera bi biryar a Rûsyayê li Prîdnestrovayê şer hate rawestandin".
      Eksper destnîşan dikin, ku îro tenê Rûsya ewlekarîya li terîtoryûma Hevalbendîya Dewletên Serbixwe diparêze. Dibe ku di nêrîna ewil de ew yek zêde balê nekşîne, lê aştîparêzên Rûsyayê li herêmê erkên xwe bi awayeke tekûz bi cih tînin.

    Bi heman mijarî:

    NY: Gelê Sûriyê bê hêvî bûye
    Alaska û Havayi daxwaza serxwebûnê ji NY kirin
    Lavrov: `Reformkirina Civata Ewlekarî ya NY pêwîstî ye`
    Rûsya amadeye sêyemîn civîna aliyên Sûriyê lidarxe
    Nazmî Gur: Em dixwazin ku Rûsya di çareserkirina pirsa kurd de rol bilîze
    Zêdebûna çalakiyên NATOyê gefa li Rûsya û hevalbendên wê dixwe
    Etîketan:
    Aştîparêzî, NY, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de