19:37 20 Îlon 2017
Zindî
    Nexşa cîhanê

    Mîkrodewlet: Li ser nexşa cîhanê sazkirina dewleteke nû

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Mirov dixwazin ji dewletên din cudatir û serbixwe bin û çarenûsa xwe bi xwe kifş bikin

    Îro 193 dewlet endamên NY ne. Li cîhanê welatên wisa hene, ku bi tu awayî nikarin derbazî rêxistinên mezin ên navneteweyî bibin. Dibe ku we tu caran navê qralîyeta Anklavê ne bihîstibe. Lê, ew yek ne sosret e, ji ber ku ew dewlet nû ye. Di navbera sînorên Sirbîstan û Xirvatîstanê mîkrodewleteke nû peyda bû û dewleteke serbixwe ye.

    Yek ji dewletên mîkro Komara Molossîya ye û li ser erdê malbatê hatîye avakirin. Welatîyên komara azad Lîberlend bi xwe biryarê didin, ka bacan bidin dewletê yan na. Qralîyeta Sûdana Bakûr jî di encamê dîyarîya ji bo keçika 6 salî derkete holê.

    Ceremaya Xîtonê xwe wek qralê Sûdana Bakûr bi nav dike, derbarê sazkirina welatê xwe de wisa got: ``Keça min Emîlî pirs kir: Gelo ez dikarim bibime prensesa resen? Min jî nikarî wê xeyalşikestî bikim û min dest bi gera perçeyeke erd kir, ku welateke nû damezrînim``.

    Serokê Komara Molossîyayê jî got ku ``Eger hûn bixwazin bibin welatîyê me, gereke xizmanîya we bi me re hebe. Hemû welatîyên Molossîyayê endamên malbata `Bo` ne. Ez jî bavê welatê xwe me. Ji ber wê yekê ku axa welatê me li ser hatî avakirin, wek perçeyek deweleteke din tê hesibandin, piranîya dewletan welatê me nas nakin``.

    Yek ji dewletên mîkro yên herî kevin Sîlenda li nêzê Brîtanyayê ye û di sala 1967`an de hatîye avakirin. Sedemê sazkirina wê dewletê jî ew bû, ku bala desthilata Brîtanyayê bikşînin li ser problemên navxweyî yên welêt.

    Rojnamevan Ted Roll dihesibîne, ku nîyeta damezrandina wan dewletên piçûk çiqas baş jî bin, nikarin bala dewletên mezin bikşînin û bêne naskirin. Ted Roll dibêje ``Mirov ji ber sedemên cuda dewletên xwe yên mîkro ava dikin. Li gor nêrîna min sedema sereke ew e, ku ew mirov dixwazin ji dewletên din cudatir û serbixwe bin û çarenûsa xwe bi xwe kifş bikin. Hinek jî ji bo balkişandinê wê yekê dikin û nîşan didin, ku sazkirina dewletan ne ewqas zor e. Ji bo wan a giring kifşkirina sînoran e û artêş, pere, sembol tiştên ne hewce ne. Dewletên mezin hewl didin, ku wan mîkrodewletan nebînin``.
     

    Etîketan:
    Cîhan, Mîkrodewlet
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de