20:26 27 Gulan 2017
Zindî
    NATO

    Malxwê mala NATO`yê ye?

    © AP Photo/ Olivier Matthys
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Waşîngton berjewendîyên welatên Ewrûpayê berbiçav nake û NATO`yê tenê ji bo berjewendîyên xwe bikar tîne

    Têkilîyên NATO û Rûsyayê nikarin pêş bikevin. Nimûneyeke wisa tune ye, ku wisa bi hêsanî dest ji hemû tiştan hatibe berdan. NATO`yê demeke dirêj radigihand, ku Rûsya ji bo wan hevkareke sereke ye. Lê di rastîyê de, di pratîkê de her tişt kir, ku wî hevkarê xwe bifetisîne. Hewlên Moskowê yên xwedîbûna rola weke hev û parastina berjewendîyên hevalbendan, ji alîyê  Waşîngton û Brûkselê ve ne hatin qebûlkirin.

    Di sala 1994`an de Rûsyayê deklerasyona Bûdapêşteyê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrûpayê imza kir û di sala 1997`an de jî yasaya damezrînêrîyê imza kir. Bi wan pêngavan ve Rûsyayê pozîsyona xwe ya `rêzgirtina serwerîyê, serxwebûn û yekpareyîya terîtorîal a hemû dewletan û her weha mafê wan a hilbijartina navgînên ewlekarîyê` da xurtkirin. Lê, paşê derkete holê ku Rûsya û NATO wan mafan ji hev cuda fam dikin. NATO`yê dest bi beşdarîkirina gelek konflîktan kir: Iraq, Afganistan, Sûdan û Yûgoslavyaya berê. Rûsyayê di wê maweyê de înîsîyatîvên aştîyane bi pêş xist û hewl da, ku aresteyên nû yên mîmarîya ewlekarîya ewrûpayê ji bo gotûbêjkirinê pêşnîyar bike. Cîgirê rêvebirê Navenda Înformasyon û Analîzan a Tavrînê ya Înstîtûya Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê Sergey Yermakov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Pozîsyona Rûsyayê ya ewlekarîya weke hev li Rojavayê ne hate qebûlkirin. Înîsîyatîva Rûsyayê ya derbarê Peymana Nû ya Ewlekarîya Ewrûpayê ya di salên 2008-2009`an de ji alîyê Dmîtrîy Medvedev ve hatî pêşnîyarkirin, wek antîteza NATO`yê hate pêşwazîkirin. Lê, di rastîyê de ew ne pêşnîyara antîteza NATO`yê bû. Piştî wê yekê têkilîyên Rûsya û NATO`yê ber bi xerabbûnê ve çûn. Civata Rûsya û NATO`yê rola giring a konsûltasyonê pêk dianî, lê di pirsên giring de bê înîsîyatîv dima. Ji ber ku di têgehên fûndamental û nirxan de cudahîyên kûr hebûn”.

    Operasyona li Sirbîstanê yek ji wan cudahîyan bû. Eksper destnîşan dikin, ku leşkerên NATO`yê li dijî Sirbîstanê hemû navgîn bi kar anîn û serkeftina yek ji alîyên konflîktê dabîn kirin. Di encamê tevgera leşkeran de li dora 500 kesên sivîl jîyana xwe ji dest dan. Moskowê ji bo parastina sivîlên li Sirbîstanê gelek hewl da. Wê demê eksperên NATO`yê biryar dan, ku hevkarîya bi Rûsyayê re bidine rawestandin. Sînyala ewil di sala 2008`an de hate dayîn, dema Rûsyayê Osetya başûr ji êrişên Gurcistanê rizgar kir. Bûyerên li Ûkraynayê jî dawî li têkilîyên Rûsya û NATO`yê anîn. Endamê Civata Navenda Lêkolînên Sîyasî ya Rûsyayê Dmîtrîy Polîkanov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Mixabin, xerabûna têkilîyên Rûsya û NATO`yê ji ber reaksîyona wan a bi Rûsyayê re tevlibûna Qirimê û bûyerên li Ûkraynayê qewimî. Rûsyayê heta momenta dawîyê jî amedebûna xwe ya ji bo hevkarîyê ragihand. Her weha gelek proje jî hatibûn amadekirin, ku hevkarî bête pêşxistin”.

    Lê, NATO`yê nexwest areste û pêşanîyên xwe bide guhertin û ewlekarîya Ewrûpayê dabîn bike. Niha têkilîyên NATO û Rûsyayê hatine rawestandin. Endamê Civata Sîyaseta bergirî û Derve Aleksandr Mîxaylov jî nêrînên xwe yên li ser wê mijarê wisa şîrove dike:

    Wezîrên karên derve yên Rûsya û DYA`yê Sergey Lavrov û Con Kerry
    © Sputnik/ Ministry of Foreign Affairs of the Russian Federation

    “Niha rewş ne rewşa şer û ne jî ya aştîyê ye. Em li hember NATO`yê bi awayeke sar tev digerin. NATO`yê êdî bawerîya xwe winda kirî ye. Di dema şerê sar de NATO`yê ji bo Rûsyayê metisrîsyên cidî saz dikir. NATO îro jî ji bo sazkirina guşarên li ser dijberan tê bikaranîn. Lê, ew guşarên moralî û derûnî ne. Ji ber ku îro NATO ne di wê rewşê de ye, ku bikaribe biryarên radîkal bide. Cîhan hate guhertin û metirsîyên îro yên li ser cîhanê jî gelek cidî ne. NATO me wek dijberê xwe dibîne. Ew yek jî ne sosret e. Em ji bo wan berê jî dijber bûn û niha jî dijber in. Piştî şerê sar rewş zêde ne hatîye guhertin. Hinek caran di têkilîyan de gerimbûn çêbûn, lê ew jî xwedî karekterên sîyasî bûn, lê ne yên pratîk”.

    Rûsyayê êdî fam kir, ku di cîhana hevdem de bi welatên endamên NATO`yê re pêşvebirina têkilîyan ne pêkan e. Ji ber ku pozîsyona Waşîngtonê ya di nav wê blokê de heta niha jî gelek xurt e. Waşîngton di tevgerên xwe de berjewendîyên welatên Ewrûpayê berbiçav nake û NATO`yê tenê ji bo berjewendîyên xwe bikar tîne.

    Bi heman mijarî:

    NATO biryar da ku leşkeran li Afganistanê bihêle
    Rola herêmî ya Tirkîyeyê bi têkilîyên Rûsya-NATO`yê ve girêdayî ye?
    DYA gemîyên şer dişîne Kendava Adenê
    DYA hêvî dike ku bi Rûsyayê re li hev bike
    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    Etîketan:
    NATO, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de