01:05 19 Çile 2017
Zindî
    Ajansa Navnetewî a Nûçan,Sputnik

    Ewropa ne amedye deynên Yonanistanê bide

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Li gora rapirsîna `Nerîna Sputnik` ku jibo ajansa navnetewî û radyoya `Sputnik` ji aliyê ajansa lêkolînê a brîtanî ICM hatiye birêvebirin, piraniya beşdarên vê rapirsînê dibînin ku Yonanistan divê bêyî beşdariya YE, bixwe deynên xwe bide.

    Ji sedî 51 ji yên ji wan hatin pirsîn wisa difikirin. 69% ji welatiyên Almanyayê û 62% ji welatiyên Birîtanyayê  dibînin ku Yonanistanê divê deynê xwe bixwe bide. Hejmara yên bi vê hizrê re li Fransayê 50%.

    55% ji welatiyên Yonanistanê dibînin ku deyn divê bên jêbirin, tenê 25% ji wan dibînin ku welat divê bixwe deynê xwe bide, her wiha 8% ji wan jî dibînin ku Banka Navendî a Ewropayê, Fona Navnetewî a Diravan, Komisyona Ewropayê gerek di ber deynê welêt de berpirsyar bin, lê 6% ji wan bibawerin ku Yonanistan gerek deynê YE bide.

    Sebaret bi pirsa duyem:` gelo hijaye ku welatê we dev ji euro berde û li diravê netewî vegere?`, tenê hinekî bêtir ji nîvî (53%) gotin ku ne pêwîste dev ji euro bê berdan û li diravê netewî vegerin. Hejmara herî bilind ya bi parastina euro re li Almanyayê bûn, li wir tenê 39% gotin ku ew dixwazin li markê almanî vegerin. Li Yonanistan û Fransayê 24% û 29% bûn.

    Rapirsîn ji 20 Adarê heta 9 nîsanê li Brîtanya, Fransa, Almanya û Yonanistanê hat birêvebirin.

    Bi heman mijarî:

    YE`yê li Derya Spî dest bi operasyonên leşkerî dike
    YE misyona ji bo tekoşîna bi qaçaxçiyan re damezrand
    Îro 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye
    Helîkoptera misyona YE li firokexana Priştinê ket
    Miloş Zeman: YE dikare heta dawiya vê sale sizayên li ser Rûsyayê rake
    YE`yê banga civîna awarte ya li ser pirsên penaberîya neyasayî kir
    Etîketan:
    Ewropa, Yonanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de