23:17 22 Çile 2017
Zindî
    Avahiya Neteweyên Yekbûyî

    Hizra cîhaneke atom ne ji bo Rojhilata Navîn e

    © Flickr/ oriol04
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Li New York`ê nehemîn konferansa NY ya li ser Peymana Nebelavkirina Çekên Atomî bi dawî hat. 191 dewlet di maweya mehekî de perspektîvên pêkanîna peymanê, ku di sala 1970 de hatiye îmzekirin, gengeşî kir, lê ne gihîştin rêkeftinekî. Beşdarên Kobferansê li ser bêatomkirina Rojhilata Navîn li hev ne kir.

    Pêwîst bû ku peymana navborî  ji bo pênc salan, bingeha pêkanîna rejîma nebelavkirina çekên atomî dayne. Pejirandina vê belgeyê ji aliya DYA  ve hatibû blokekirin.  Di reşnivîsa peymanê de binbarî hatibû danîn ser  milê sekreterê giştî yê NY Ban Kî Mûn, da ku ji bo vegerandina Rojhilata Navîn li herêmeke bê atom, meha adarê konferansek organîze bike. 

    Li gorî plana pêşniyarkirî, pêwîst bû ku konferans ne girêdayî bi beşdarbûn an jî nebeşdarbûna Îsrayîlê û bêyî destnîşankirina rojeveke pêşwext û bêyî gengeşîkirina pirsên ewlehiya herêmê  birêve biçûya; lê her du xalên dawî bi mercên, ku Tel Evîv pêş xistibûn, nakokbar bûn. 

    Cîgira wezîrê karên derve yê DYA Rose  Getmuller  di konferansê  de ragihand: `Di maweya tevaya proseyê de me bi awayekî zelal da fehmkirin,  ku eme nehêlin hin dewlet konferans ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û tê de hedefên xwe pêk bînin`. Getmuller aşkere ne kir, ka behsa kîjan dewletê dike, lê çavdêrên sîyasî bi awayekî vekirî  da fehmkirin, ku Getmuller behsa Misir û hin dewletên erebî dike.  Brîtanya û Kanda jî tevli endîşeyên DYA bûn.  Cîgirê serokwezîrê  Misrê Haçim Bedir jî wan dewletan bi rêgiriya lihevhatinê tawanbar kir û roja dawî ya konferansê jî wekî roja xembar a ji bo Peymana Nebelavkirina Çekên Atomî bi nav kir. 

    Ban Kî Mûn xemgîniya xwe anî ziman, ku beşdarên civînê ` ne karî li ser pêşeroja bêçekbûnê, nakokiyên xwe çareser bikin û li ser paqijkirina Rojhilata Navîn ji çekên nukleerî û çekên din ên qirkirnê li hev bikin`.

    Hêjayê bi bîrxistinê ye ku bîryara lidarkistina konferansa bêatomkirina Rojhilata Navîn di konferansa sala 2010-ê de hatibû standin û pêwîst bû ku di sala 2012-ê de pêk were. Lê belê ew konferans, ji ber rexneyên hişk ên Îsrayîlê, ku li Rojhilata Navîn yekane dewleta atomî ye, pêk ne hat. 

    Dîplomatên rojavayî helwêsta nûnerên Misrê, ku dixwazin bala raya giştî ya cîhanê bikşînin ser Îsrayîlê, şermezar kir û  her weha bernameya nukleerî ya Îranê ji bo Peymana Nebelavkirina Çekên Atomî wek metirsiyeke sereke bi nav kir.  Nûnerê Îranê jî da zanîn, ku ne qebûlkirina  bîryarê  `parastina berjewendiya dewletekî ye, ku beşdarî peymanê ne kiriye, lê bi pêşvebirina derfetên xwe yên nukleerî ve gef li ewlekkariya herêmê dixwe`. Aşkere ye, ku di vir de behsa Îsrayîlê tê kirin, ku Peymana Nebelavkirina Çekên Atomî îmze nekiriye û di konferansê de jî wekî çavdêr beşdarî dikir. 

    Tel Evîv  ji encamên konferansê memnûn ma.  Serokwezîrê Îsrayîlê Bînyamîn Netenyahû ji ber parastina berjwendiyên dewleta cihûyan malavayî li DYA kir. Ev îltîfata  serokwezîrê Îsrayîlê nîşan dide, ku piştî demekî dirêj cara pêşîn e peywendiyên Îsrayîl û DAY  germ dibin. 

    Eksperê Enstîtûya Rojhilata Navîn a Akademiya Zanistî ya Rûsyayê  Vladîmîr Sotnîkov   li ser vê mijarê tekez dike ku tunebûna bîryara konferansa New Yorkê  wê bandor li ewlekariya nukleerî ya cîhana giştî nake.  Ew amaje dike,  ku pirsên herî tûj wê di lûtkeya serokdewletan de bêne gotûbêjkirin, ku sala 2016-an birêve biçe.

    Etîketan:
    Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de