18:37 18 Hezîran 2018
Pêntagon

Serokê Pentagonê têkçûna artêşa Îraqê di tekoşîna bi DAÎŞ re şirovekir

© Sputnik / Spûtnik
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Nûnerên Amerîkayê artêşa Îraqê di ber serkeftinên DAÎŞ de berpirsyar dibînin. Pişî ku çekdarên DAÎŞ noqtak din li ber sînorê Îraq û sûriyê girtin û bi sedan mirov li Sûriyê kuştin, ev daxuyanî hat kirin.

Wezîrê bergirya Amerîkayê Eşton Karter di hevpeyvîna xwe bi CNN re artêşa Îraqê rexne kir  û got ku `zeftkirna Ramadî ji aliyê islamyan ve, delîlê ku `îrada tekoşînê` li ba hêzên Îraqê tune.

Karter got ku hejmara leşkerên Îraqê ji ya çekdaran bêtir bû û ev yek dihêle ku em bifikirin ku îraqî naxwazin berxwe bidin û şerê DAÎŞê bikin`.

Şêwirmenda jibo Ewledariya Netewî Suzana Rays jî di hevpeyvîna xwe bi tilvizyona CBS re derbarê vê yekê got:`di nav  hêzên ewledariyê yên Îraq de bixwe problêm hene, ew ne tevdê amadene şerê DAÎŞê bikin. Her wiha, Rays got ku `Amerîka hevkariyê bi ajansên saloxgêrî yên Îraqê re dike û alîkariya wan dike jibo `lawazbûna` xwe çareserbikin.

Bi heman mijarî:

Pentagon li kuştina zarokan mikur hat
PENTAGON- Barzanî ligel wezîr û berpirsên Artêşê civiya
Pentagon- Erdê DAIŞ kêm bûye
Etîketan:
Bakurê Amerîka, Îraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de