20:14 29 Gulan 2017
Zindî
    Serokê Polonyayê yê nuh Andrzej Duda

    Andrzej Duda serokê Polonyayê

    © AP Photo/ Czarek Sokolowski
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2520

    Berbijêrê mezintirîn partiya opozisyonê li Polonyayê-`Zagon û dadmendî` Andrzej Duda di hilbijartinên ji bo postê serokê welêt de biser ket.

    Li gor zanyariyên navenda lêkolînê `Ipsos` Duda di van hilbijartinan de ji sedî 53 ji dengan wergirt.

    Çapemeniya Rûsyayê ragihand ku serokê Polonyayê Bronislav Komorovskî li xisara xwe mikur hat û pêşberê xwe bi serkeftinê pîroz kir.Komorovskî roja yekşemê got ku `vê carê çênebû.

    Welatiyên Poloniya azad û dimoqrat wisa biryar dan`. Her wiha Komorovskî got ku `yekîna wî wê radest nebe û wê ber bi serkeftinên nuh ve biçe`.

    Duda 6 Tebaxê, piştî bidawîbûna dema Komorovskî wê dest bi karê xwe bike. Wî sozda ku ew serokekî vekirî be. Duda got ku `serokê Polonyayê gerek xidmeta gel bike, guhdra û vekirî be`. Her wiha, Duda got ku `deryê qesra serok wê her dem vekirî be`.`Ez pir bibwarim ku em dikarin yekitiya xwe pêkbînin. Em dikarin bihevre welatê xwe avabikin. Li dawiya gotina xwe Duda spasya welatiyan li ser degdana jêre kir.

    Bi heman mijarî:

    Polonya bimebeste pîrozbahiya 9 Gulanê rake
    Etîketan:
    Polonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de