10:59 18 Çile 2017
Zindî
    Serokê Ûkraynê Peter poroşenko

    Salvegera hilbijartina Poroşenko bo serokê Ûkraynê: dema ne pêkanîna sozan

    © Foto:
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Salek di ser hilbijartinên jibo postê serokê Ûkraynê re derbas bû ku milyarder Petr Poroşenko di wan de biserket. Di dema kompaniya berya hilbijartinan de û di mehên pêşîn piştî wergirtina desthilatê de, Porpşenko soz da ku zû şerê li Donbasê qut bike û vê herêmê dîsa di bin kontrola Kiyêvê xîne.

    Her wiha Poroşenko soz da ku jiyana welatiyan baştir bike û hewlbide jî jibo Ûkrayna endamitiya tam di Yekitiya Ewropayê de wergire.

    Tev ku di dema borî de dinamîkyên erênê di konfilîkta Donbasê de peydabûn jî, lê şerê di navbera Komarên Gel yên Donetsk û Lûganskê ji alîkî ve û hikumeta Kiyêvê ji alîkî din ve  berdewam e. Her wiha, aboriya Ûkraynê jî di rewşek pir xerab de ye û welat li ber defoltê ye.

    Di encamê hilbijartinên jibo postê serok yên pêşwext de  ku 25 Gulanê sala 2014-an lidarketin, Poroşenko desthilat wergirt. Li gor siyasetmederan, sedema biserketina Poroşenko di hilbijartinan de ew bû ku beşekî giring ji başûrê-rojhilatê Ûkraynê, jiber şer,  nikarîbû beşdariyê di van hilbijartinan de bike.

    Bi heman mijarî:

    Ûkrayna deynê Rûsya tevlî lîsta jibo derfeta sekinandina danê kir
    Ûkrayna avakirna dîwarê li ber Sînorê bi Rûsyayê re berdewamdike
    Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
    Ûkrayna nema nirxê elektrîka Rûsyayê li Donbasê dide
    Li Brukselê hevdîtinaên di navbera Ûkrayna û YE de destpê dikin
    Sêrgêy Şoygû: Ûkrayna di zincîra `şoreşên rengîn de` trajîdiyek pir mezine
    Etîketan:
    Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de