08:37 26 Gulan 2017
Zindî
    Senator Rand Paul

    Berbijêrekî Serokatiya Amerîka: Kurd baştirîn şervanin

    © AP Photo/ John Locher
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 710

    Berbijêrekî serokatiya Aemerîka radighîne ku, pêwîste Amerîka hevpeymaniya ligel kurdan bihêztir bike “ji ber ku baştirîn şervanin.”

    Senatorê amerîkî û berbijêrê hilbijartinên serokatiya Amerîka Rand Paul îro, 23ê Gulanê, ji tora CNN re ragihandiye ku, eger Iraqî “nexwazin” bergiriyê li welatê xwe bikin “di nêrîna min de pêwîst nake ku em hêzên amerîkî ji bo wî erkî bişînin.” Rand Paul diyar dike ku, eger Sineyên Iraqê bi awayekî çalaktir û berçavtir beşdarî hikûmet û artêşa wî welatî neyên kirin, dê egera serkeftinê bi ser DAIŞê “ne piştrast” be. Derbarê pirsyara: Eger tu serokerkan ba te yê çi kiriba niha de, Paul got ku destpêkê ew dê hevpeymaniya ligel kurdan bihêztir bike “ji ber ku ew baştirîn şervanin li wê deverê” wek amajeyekê bo Pêşmergeyên Kurdistanê. Navborî amaje kir jî ku, wî dê bi awayekî rasterast û “bêyî” Bexda çek ji kurdan re şandiba.

    Etîketan:
    Kurdistan, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de