11:30 23 Çile 2017
Zindî
    Li peravên Lîbyayê penaber di keştiyê de

    900 panaxwazên nava deryayê hatin rizgarkirin

    © REUTERS/ MOAS/Jason Florio
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1310

    Hêzên deryayî yên welatê Îtalyayê di çend rojên dawî de 900 penaxwaz rizgarkirin. Ev penaxwaz di nava gemiyên şikestî de li ser ava Deryaya Spî asê mabûn.

    Li gor nûçeya Euro Newsê, hikûmeta Îtaliyayê ragihand ku `hatina penaxwazên neyasayî bo Ewropayê bi rêya welatê me re berdewam dike û roj bi roj zêdetir jî dibe. Tenê di roja çarşema borî de 900 penaxwazên biyanî ji aliyê gemiyên hêza deryayî ya wî welatî ve ji mirinê hatine rizgarkirin.`

    Li gor vê nûçeyê, 290 kes ji wan penxwazan ku di gemiyê de bûne,  hatine rizgarkirin, lê kesek jî bi mirî di gemiyê de hate dîtin. Di nava wan kesan de 77 jin û 35 zarok jî hebûne.

    Çûna penxwazan ber bi welatên Ewropayê ve di van çend salên dawî de gellek zêde bûye. Tê gotin ku, ji ber şer û aloziyên li welatên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqayê, xelkê wan welatan ji bo parastina jiyana xwe ji tundiyê, ber bi Ewropayê ve diçin.

    Tevî ku rêjeya fetisîn û mirina penxwazan di ava deryayê de gellekî zêde bûye, lê hejmara kesên ku dixwazin weke penaxwaz derbasî welatên Ewropayê bibin berdewam zêdetir dibe.

    Di nava hefteyên borî de zêdetirî 10 hezar penxwaz ku di nava gemiyên şikstî de li ser ava deryayê asê mabûn, hatine rizgarkirin.

    Rêxistina Navdewletî ya Penaberiyê jî ragihandiye ku li gor texmîna wan tenê îsal  1820 kes ku xwastibûn xwe bigihînin Ewropayê, di nav deryayê de canê xwe ji dest dane.

    Bi heman mijarî:

    75 hezar penaber vegeriyan Kobanê
    Etîketan:
    Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de