16:53 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Ûkrayna û Yekitiya Ewropayê

    Samita `Hevbeşiya Rojhilat` li Rîgayê vedibe

    © Sputnik/ Pavel Palamarçûk
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Samita `Hevbeşiya Rojhilat` wê roja pêncşem û înê li paytexta Latviyayê lidarkeve. Wek tê ragihandin, ev samit wê tu-fêdê li integrasyona ewropî ya Ûkraynê û Gorcistanê neke

    Biryara rakirna vîzê û endamitiya van welatan di YE de wê di vê samitê de neyê stendin.

    Nûnerê herdem yê Rûsya li YE Vladîmîr Çûjov ji tilvizyona `Rossya 24` re ragihand ku `Ez dibînim ku hêvyên dildar yên Kiyêv û Tbilisi jibo ji vê çalakiyê pera bistînin û rêjîma bê vîza wergirin bê encame, jiber YE ji vê yekê re ne amadeye`.

    Fermanberekî pilebilind yê Ewropayê roja sêşema borî ragihand ku biryara derbarê firehkirna YE li samita `Hevbeşiya Rojhilat` wê neyê stendin.

    Di daxuyaniya ajansa çapemenî ya YE de tê gotin ku beşdarên samitê, wek tê pêşnêrîn, wê pêşketina serbestkirna rêjîma vîzayê binerxînin.

    `Hevbeşiya Rojhilat` —proja YEyê ye û jibo pêşvebirna hevkariya bi komarên ewropî û paş Qavqazyê re ye. 3 ji 6 welatên beşdarên projê-Ûkrayna, Moldovya û Gorcistan di sala 2014-an de rêkeftina derbarê hevkariya bi YE re îmzekirin. Samita pêşîn ya `Hevbeşiyê` sala 2009-an li Pragê lidarket. Samita Rêgayê ya çaremîn e. 


    Bi heman mijarî:

    YE`yê li Derya Spî dest bi operasyonên leşkerî dike
    YE misyona ji bo tekoşîna bi qaçaxçiyan re damezrand
    Etîketan:
    Ûkrayna, YE
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de