19:15 25 Gulan 2017
Zindî
    Ban Ki-moon

    Korya Bakûr serdana Ban Kî-moon betal kir

    © REUTERS/ Heinz-Peter Bader
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Biryar bû îro Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY), Ban Kî-moon serdana Korya Bakûr kiriba, lê Hikûmeta Korya Bakûr ji nişkê ve serdana wî bo welatê xwe betal kir.

    Li gor nûçeya BBCyê, Ban Kî-moon biryar bû îro serdana xwe bo Korya Bakûr dest pê kiriba. Di vê serdana xwe de, biryar bû Ban Kî-moon serdana kargeha pîşesazî ya li navçeya aborî ya bajarê Kaysong kiriba, ku herdu welat- Korya Bakûr û Korya Başûr, bi hev re birêve dibin.

    Sekreterê Giştî yê NYê ku niha li Seula paytexta Korya Başûr e, derbarê betalkirina serdana xwe ya bo wî welatî de got, ew ji biryara Korya Bakûr gellek xemgîn e û tekez kir ku rayedarên wî welatî ti zanyarî derbarê sedema betalkirina serdana wî de nedane.

    Heger Ban Kî-moon vê care serdana Korya Bakûr kiriba, ew dibû yekemîn serdana Sekretrê Giştî yê Netewên Yekbûyî ku di nava 20 salên borî de  serdana Korya Bakûr dike.

    Li gor ajansa nûçeya Yonhap a Koreya Bakûr jî, Ban Kî-moon wê di serdana xwe de ji rayedarên Koreya Bakûr bixwestiba ku ji bo aramî û aştiya cîhanî ligel civaka navdewletî hevkariyê bikin.

    Herdu welatên Koreya Bakûr û Başûr, di navbera salên 1950 heta 1953 de bi hev re şer kirin û ligel ku herdu welatan agirbest bi hev re kirine û şer rawestiya ye, lê heta niha ti peymaneke aştiyê di navbera wan de nehatiye îmzekirin.


    Bi heman mijarî:

    Ban Kî-moon: Çareserî bi tenê siyasî ye
    Etîketan:
    Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de