11:24 23 Çile 2017
Zindî
    Cîhan

    Stratejîya geşedana îro Girêdayînebûna bi pêşerojê

    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Meşandina aresteya serbixwe wê qezencên pêşerojê mîsoger bike

    Yek ji belgeyên giring ên di sammîta BRÎKS`ê ya li Ûfayê bête pesendkirin, Stratejîya Hevkarîya Aborîyê  ye. Bingeha wê belgeyê ji projeya rûsî-çînî pêk tê. Niha eksperên welatên BRÎKS`ê li ser lihevkirina pozîsyonan xebateke çalak dimeşînin.

    Stratejî ji bo sala 2020`an hatîye destnîşankirin. Li gor nêrîna Rûsyayê, ew belge wê aresteyên hevkarîya welatên BRÎKS`ê ya demdirêj formûle bike. Belge bi înîsîyatîvên Rûsya û Çînê hatîye amadekirin. Moskow pêşnîyar dike, ku stratejîyeke hevbeş bête kifşkirin û Pekîn jî piştgirîya kifşkirina prensîbên hevkarîya di warê aborîyê de dike. Ji telekomê heta enerjîyê, gelek sektor di nav wê stratejîyê de cih digirin û berjewendîyên hemû welatên endamên BRÎKS`ê têne berbiçavkirin. Rêvebirê koma kompanîya ``ALOR`` Sergey Xestanov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Cudahîyên di navbera welatên BRÎKS`ê de ji nêzîkatîyên wan zêdetir in. Lê, dîsa jî welatên BRÎKS`ê beşeke mezin a dahatîyên neteweyî yên cîhanê pêk tîne. Di wan salên dawîyê de tempoya mezinbûna aborîya wan welatan jî gelek baş e. Ji ber wê yekê jî lîderên welatên BRÎKS`ê pêwistîyê bi sazkirina înstîtûyên veberhênanê dibînin”.

    Erka stratejîyê kifşkirina aresteyên xebata Civata Kar û sazîyên bloka aborî ya welatên endamên BRÎKSê ye. Sazîyên bazirganî-pîşesazîyê yên welatên BRÎKS`ê jî wê ji stratejîya hatî kifşkirin sûdê werbigrin.
    Înîsîyatîveke din jî ya Rûsyayê ``Karta Rê`` ya hevkarîya veberhênanê ye. Welatên BRÎKS`ê li hev kirin, ku nîvîya duyemîn a îsal de li ser wê înîsîyatîvê xebatê bikin. Serokê Înstîtûya Enerjî û Fînansê û endamê koma xebatê ya BRÎKS`ê Vladîmîr Feygîn dihesibîne, ku ``Karta Rê`` wê derfetê bide welatên BRÎKS`ê, ku ji bo xebatên hevbeş îdeyên nû peyda bikin.

    “Welatên pêş dikevin her tim hevkarîyê dixwazin. Ji bo nimûne, Brezîlya ji zû de ye ku bi xebatên deryayî û teknolojîyên binavî ve mijûl dibe. Ji ber ku li wê derê resûrsên bi perspektîv hene. Çîn jî bi wê yekê ve mijûl dibe. Em jî li Arktîka û li Rojhilata Dûr bi heman karî ve mijûl dibin. Ew rewşeke wisa ye, ku hemû beşdar sûdê werdigrin. Ew yek ji wan nimûneyan e, yên dikarin welatên endam nêzê hev bike. Lê, ji bo dabînkirina wan armancan,  gereke areste bête hilbijartin û ``karta rê`` bête kifşkirin”.

    Rêvebirê Înstîtûya Hoşîmîn a Zanîngeha Dewletê ya Sankt-Peterbûrgê Vladîmîr Kolotov dibêje, ku gereke ew yek neyê jibîrkirin ku projeyeke wisa ji niha de tê amadekirin.

    “Ji projeyên cidî yên di çarçoveya ewrasyayê de niha yek proje tê gotûbêjkirin: di bin sîvana Çînê de verastkirina Rîya Hewrmêşê a Mezin. Ew rîyeke navparzemînî ye û wê eşyayan di navera Çîn û Ewrûpayê de veguhêze”.

    Projeyên bi wî awayî careke din nîşan didin, ku welatên BRÎKS`ê dixwazin di sîyaset û aborîya cîhanê de bi aresteyeke serbixwe de bimeşin. Elbet ew xebateke demdirêj e. Lê, piranîya eksperan destnîşan dikin, ku meşandina aresteya serbixwe wê qezencên pêşerojê mîsoger bike.

    Etîketan:
    Komara Afrîka Başûr, Çîn, Hindistan, Rûsya, Brezîlya, BRÎKS
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de