06:50 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Logo malpera WikiLeaks

    WikiLeaks: `Her psîkopatek dikare têkeve dezgehên nukleerî yên Brîtayayê`

    © AFP 2017/ THOMAS COEX
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1010

    William McNally di malpera WikiLeaks de 18 rûpel rapora xwe weşandiye, ku dema di Hêzên Deryayî yên Brîtanyayê de xizmet kiriye, wî bi çavê xwe dîtine. Bi gotinên wî, li dezgehên nukleerî yên qiraliyetê servîsa ewlekariyê ewqas xirab e ku têketina li wan dezgehan, ji têketina li `piraniya klûbên şevê` rehetir e.

    Li gorî hîn zanyariyan, William McNally  endazyarê çekan e û  ji meha çilê ta meha nîsanê  di keştiya binavî ya Victorious  xizmet kiriye.  Keştiya han Brîtanyayê ji êrîşên nukleerî diparêze, lê belê, li gorî îdîayên deryavanê 25 salî, di sîstema wê ya ewlekariyê de weqas kîmasî hene ku Brîtaniya pir bi rehetî dikare bibe hedefa êrîşên terorîstî.

    McNally di raporê xwe de yên di sîstema  ewlekarî ya  keştiya binavî de, ku bi moşekên Tridendt ên bi serikên nukleerî hatiye arastin, 30 kêmasi dihejmêre. 

    McNally dibêje: `Li baregehê ji me re gotin, ku  her sal di Hêzên Deryayî yên Brîtanyayê de bi hezaran kartên têketinê  winda dibin.  Her terorîstek  dikare sûd ji wan kartan werbigre û ji bo têketinê keştiyê belgeyên sexte çêbike.  Ji ber ku dema deryavan derbasî keştiyê dibin, piraniya zêrevan ji dûr li wan dinêrein, lewma jî wê ti kes sextetiya belgeyê ferq nake`. 

    Ji bilî wê, mirov dikare pir bi rehetî pergalên xwe yên elektronî, yên mîna flaş, an jî hard dîsk  jî derbasî keştiyê bike û zanyariyên nepenî kopya bike.  Derxistina wan a ji keştiyê jî ne zehmet e. McNally tekez dike ku mirov dikare heta çek û teqemenî jî  derbixe, ji ber ku di derketinê de kes deryavanan venêre.

    William McNally di rapora xwe tekez dike ku:`Bi sedan leşkerên bi peyman derbasî keştiyê dibin. Pergalên ku wan bi xwe re derbas dikin, kes wan venêre. Tenê ew dimîne ku kesekî bi xwe re bombeyekî derbasî keştiyê  bike û çalakiya herî erjeng a cîhanê pêk bîne`. 

    Deryavan  dibêje: `Ev êdî pirsa zemanê ye, ka kengî psîkopatek, an jî terorîstek  derbasî keştiyê bibe.  Çendîn kes ên ku li cem min xizmet dikir, pisgirêkên wan ên derûnî bi aşkere  xuya dikir`. 

    Di raporê de her weha tê îdîakirin ku nûnerên Hêzên Deryayî yên  Brîtanyayê  agahiyên li ser bûyera sala 2009-ê, dema ku keştiya binavî  Vanguard  û keştiya binavî ya Fransayî  Le Triomphant di okyanûsa Atlasê de li hev ketibûn, ji raya giştî veşartîbûn.  

    Nûnerên Hêzên Deryayî êdî rapora McNally wekî `subjektîv û derew` bi nav kir û ragihand,  ` heta ku sîstema ewlekariyê bi îdal kar nake, keştî dernakevin deryayê`.  Hat ragihandin, ku derbarê McNally de lêpirsin hatiye destpêkirin. 

    Etîketan:
    Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de