01:11 19 Çile 2017
Zindî
    Vaneya gaza siruştî

    Ewrûpaya bêy gaza rûsî

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Gaza şeyl di gelek waran de nikare dewsa gaza sirûştî bigire

    Daxwaza Brûkselê ya rizgrabûna ji gaza rûsî êdî bûye hingofek. Êdî ji zû de hatîya famkirin, ku ew hewlên aborî  ne sûdmendin. Lê, sîyasetmedar naxwazin ku civaka ewrûpî tê bigihije, ku bêy gaza Rûsyayê nikarin pêşeroja ronî bibînin.

    Hêj du sal berî niha tewaya cîhanê di nav gelecana şoreşa gaza şeyl de bû: analîstên amerîkî her roj derbarê zîyanên Rûsyayê yên bi derketina gaza şeyl ve girêdayî daneyên nû belav dikirin. Lê, paşê hate famkirin, ku gaza şeyl di gelek waran de nikare dewsa gaza sirûştî bigire û şoreş pêk nehat. Lê, eger gaza şeyl dîsa jî ji DYA`yê ber bi Ewrûpayê re bête şandin, tenê malîyeta transportê ji malîyeta gaza siruştî zêdetir e. Ji bo wê yekê, amerîkî her tiştî dikin, ku li pêşîya Ewrûpayê holên manevrayan nemînin. Rêvebirê kompanîya ``AlparÎ`` Aleksandr Razûvayev di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Di warê teorîk de ji DYA`yê ber bi Ewrûpayê ve şandina gaza şeyl mimkun e, lê ji bo pêşwazîkirin û parastina gaza şeyl termînal pêwist in. Ji bo wê jî wexteke dirêj û pereyên cidî pêwist in. Her weha buhayê gazê yekser bi buhayê neftê ve girêdayî ye. Wateya wê jî ew e, ku buhayê gazê niha wê erzan be. Biryara di dewsa gaza rûsî de bikaranîna gaza amerîkî sedî sed biryareke sîyasî ye. Elbet amerîkî dixwazin Rûsyayê bifetisînin û ji bo dabînkirina wê armancê jî guşarê li hevalbendên xwe dikin. Lê, ji alîyê din ve hêj tu alternatîvên borîyên gaza Gazpromê ne hatine peydakirin, ku malîyet kêmtir be. Amerîkî hêza xwe ya sîyasî bikar tînin, ku aborîya xwe pêşve bibin û pirsên jeopolîtîk çareser bikin”.

    Elbet ji bo Ewrûpayê çavkanîyên gazê yên nêzîktir jî hene: ji bo nimûne Norweç. Para Norwecê ya di nav bazara gaza tewaya Ewrûpayê de li dora ji % 25 e. Norwecîyan plan dikir, ku heta sala 2030`an para xwe ya bazara Ewrûpayê bigihînin ji % 40 û aborîya xwe bi saya dahatîyên bi gazê pêş ve bibin. Lê, ew plan vala derketin. Derkete holê, ku gaza Norwecê kêm dibe û çavkanîyên nû jî tune ne.

    Lê, ewrûpî hêvîyên xwe winda nakin û dibêjin ku eger li bakûr gaz tune be, wê li başûr hebe. Gaza Azerbaycanê heye, lê baresteya wê ya bi 10 milyar metrekûban tenê têra başûrê Ewrûpayê dike. Her weha gaza Turkmenistanê jî di rojevê de ye. Projeya Trans-Xezerê heye, ku gaza Azerbaycan û Turmenistanê di bin Derya Xezerê de bigihîne hev û ber bi Ewrûpayê ve bişîne, lê li vir gereke pozîsyona Îranê bête berbiçavkirin. Eksperê Yekitîya Pîşesazên Neft û Gazê yên Rûsyayê Rustem Tankayev di wê derbareyê de wan zanyarîyan dide:

    “Ewrûpî dibêjin ku heta sala 2019`yan wê gaza Turkmenistanê bigihînin bazarên Ewrûpayê. Lê, ez bawer nakim, ku di wê maweyê de bikaribin wê armancê dabîn bikin. Ji ber sê sedeman. Ya yekemîn, avakirina xeta Trans-Xezerê gelek zehmet e. Ji 5 dewletên Xezerê 2 li dijî wê projeyê ne: Rûsya û Îran. Bi ser Îranê re şandina gaza Turkmenistanê dîsa ne reel e, ji ber ku Îran dixwaze gaza xwe bifroşe Ewrûpayê. Ya herî giring jî sedema sêyemîn e: Çîn dixwaze baresteya gaza ji Îranê bide zêdekirin. Ji ber wê yekê nahêlin ku gaza Îranê ber bi Ewrûpayê ve bête veguhastin”.

    Elbet, ji bilî wan gaza ji welatên Rojhilata Navîn jî heye. Lê, li wê derê  jî rewş her roj tê guhertin. Eger ew yek jî bête berbiçavkirin, ku DYA wê herêmê wek navenda berjewendîyên xwe dibîne, kes nikare garantîyê bide ku gaza Rojhilata Navîn di demên nêz de dikare ber bi bazarên Ewrûpayê ve bête şandin.

    Etîketan:
    Xezer, Rojhilata Navîn, Rûsya, Ewrûpa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de