04:00 24 Çile 2017
Zindî
    Kanada

    Kanada- 10 endamên DAIŞê hatin girtin

    © Sputnik/ Vladimir Baranov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Li Kanadayê 10 kesên ku dixwestin tevlî DAIŞê bibin ji aliyê polîsê wî welatî ve hatin girtin.

    Polîsê Kanadayê ragihand ku hefteya borî 10 kesên ku dixwestin tevlî DAIŞê bibin, li Balafirxaneya Pierre Elliot Trudeau ya bajarê Montrealê desteser kiriye.

    Ajansa Frans Pressê ragihandiye, ku tohmeta wan kesan hîn tam nehatiye ragihandin, lê li gorî gotina polîsê Kanadayê, wan kesan dixwastin derbasî Iraq û Sûriyê bibin û tevlî DAIŞê bibin.

    Ajansa Asocciated Pressê jî ragihand ku polîs pasportên wan endamên DAIŞê girtiye.

    Polîs ji ber ku hêj tohmeta wan girtiyan ranegihandiye, nasnameya wan jî eşkere nekiriye.

    Li gorî agahiyên Polîsê Kanadayê, dema ew tohmetbar ji mal derketine haya malbatên wan jê nebûye. 

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Etîketan:
    Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de