09:36 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Rizgarkirina penaberan

    YE`yê li Derya Spî dest bi operasyonên leşkerî dike

    © REUTERS/ Antonio Parrinello
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Moskow li dijî biryara YE`yê ya li Derya Spî pêkanîna operasyonên leşkerî ye

    YE`yê plan dike, ku di meha Hezîranê de li Derya Spî li dijî mişextvanên penaberan ber bi Ewrûpayê ve dibin, dest bi operasyonên leşkerî bike. Ew biryar roja duşemê li Brûkselê ji alîyê wezîrên karên derve û yên bergirîyê yên welatên endamên YE`yê ve hate wergirtin. Lê, Eger YE`yê biryara xwe nerim neke, Moskow piştgirîyê nade biryarnameya Civata Ewlekarîyê ya NY.

    Di civîna Civata YE`yê ya roja duşemê li Brûkselê hatî lidarxistin de, wezîrên bergirî û yên karên derve yên welatên endamên YE`yê beşdarî kirin. Mijara sereke ya civînê sîyaseta ewlekarî û bergirîya YE`yê bû. Sekreterê Giştî yê NATO`yê Yens Stoltenberg jî wek mêvan di wê civînê de beşdarî kir. Wezîrên ewrûpî operasyonên leşkerî yên ji alîyê YE`yê ve li Malî, Somalî û Bosnayê derbaz dikin, gotûbêj kirin. Her weha bûyerên li nêzê sînorên YE`yê yên li Ûkrayna û Derya Spî jî hatin gotûbêjkirin.

    Ne cara yekemîn e, ku YE`yê rast bi problema penaberîya neyasayî ya li Derya Spî tê. Piştî wê yekê, dema di meha Nîsanê de keleka penaber bar dikirin li başûrê Îtalyayê noqî bû û di encamê de li dora 800 penaberên ji Lîbyayê  jîyana xwe ji dest danî, Komîsyona Ewrûpayê planeke nû ya reformekirina sîstema penaberîyê amade kir. Li bendê ne ku reform di 4 aresteyan de bêne pêkanîn: rizgarkirina kesên hewceyê alîkarîyê yên li Derya Spî, dabînkirina sîyaseta entegrasyona penaberên legal, reformekirina sîstema  dana mafê penaberîyê û pêşîlêgirtina herika penaberîya neyasayî. 

    Piştî civînê seroka dîplomasîya YE`yê Federîka Mogerînî ragihand, ku YE`yê wê bi xebata bi welatên penaber jê derdikevin re paralel, li Derya Spî dest bi operasyonên leşkerî bike. Barêgeha giştî wê li Romayê bête bi cihkirin. Mogerînî ragihand, ku plan dikin di meha Hezîranê de dest bi operasyonan bikin.

    Roma, avahiya Parlementoya Îtalyayê
    © AFP 2017/ Filippo Monteforte

    Lê, înîsîyatorên reforman dikarin rast bi probleman bên. Piranîya welatên ewrûpî li ser wê bawerîyê ne, ku bêy biryarnameya Civata Ewlekarîyê ya NY destpêkirina operasyonên leşkerî ne pêkan e. Derbarê wê yekê de Mogerînî bi xwe jî got. Brûkselê berê jî ragihandibû ku plan dikin, di çarçoveya operasyonê de kelekên mişextvanan ên penaber pê têne barkirin, tune bikin. Ew yek jî bû sedemê berteka hişk a Rûsyayê. Nûnerê herdem ê Rûsyayê yê li YE`yê Vladîmîr Çîjov ragihand, ku bêy biryara dadgehê tunekirina kelekan binpêkirina mafê mulkiyetê ye. Eger YE`yê biryara xwe nerim neke, Rûsya piştgirîyê nade biryarnameya Civata Ewlekarîyê ya NY û anegorê rewşê dikare veto jî bike.

    Etîketan:
    Operasyon, Derya Spî, YE
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de